Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin 2022-12-23 14:18:52   STENBOL - Dozger di danişîna doza Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de ji îdiaya “propaganda rêxistinê” di asta jor de ceza xwest. Dadgehê jî biryara dewama girtina Fîncanci da.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna ewil a doza Fincnci li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    ‘EM LÊGERÎNERÊN HEQÎQETÊ NE’    Fîncanci di danişînê de bi berfirehî parastina xwe kir û bal kişand ser xebatên xwe yên zanist û destnîşan kir ku xebatên wê yê zanistî berovajî hatine belavkirin û li dijî xebatên wê kampanya lînckirinê hatiye destpêkirin. Fîncanci diyar kir ku bal kişand ser girîngiya pîşeya bijîşkiyê û anî ziman ku hekîmtî ango bijîşkî heqîqetê derdixe holê û got: “Em lêgerînerên heqîqetê ne.”    Fîncanci destnîşan kir ku wê bi dehan xebat li ser kîmyasalê kirine û gelek makale û pirtûk li serê nivîsandine û ew di qada xwe de pispor e û xebata wê ya li ser çekên kîmyewî hatine terorîzekirin. Fîncanci anî ziman ku deynê stûyê wê ye ku mirovahiyê biparêze û xebata xwe ya di warê pisporî de bike.    Parêzerên Fîncanci jî parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku miwekîla wan li ser fermana îktidara siyasî hatiye girtin. Parêzeran xwestin miwekîla wan bê berdan.    XWESTEKA CEZAKIRINÊ   Piştî parastina parêzeran dozger xwest di asta jor de li gorî xala 7/2 a TMK’ê de ceza li Fîncanci bê birîn û girtî bê darizandin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku Fîncanci girtî bê darizandin û danişînê taloqî 29'ê kanûnê kir.