Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da 2022-12-23 14:59:57   RIHA - Baroya Rihayê ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da.    Baroya Rihayê ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin re pêk were serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) da. Daxwaznameya ji bo hevdîtinê bi îmzeya Serokê Baroyê Abdullah Oncel ji Wezaretê û TBB’ê re hat şandin. Baroya Rihayê dibêje ku 39 endamên wan serî li wan dane ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezaretê û TBB’ê bide.    Baroyê xwest Wezaret bersiva daxwaznameya wan bide û astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bên rakirin da ku parêzerên wî dikaribin biçin hevdîtinê.