HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin 2022-12-23 15:17:05   DÎLOK - Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê ji bo serdegirtin û binçavkirinên li dijî DBP’ê şermezar bikin, li avahiya DBP’ê ji bo 3 rojan çalakiya nobetê da destpêkirin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê ji bo binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û rêveberên wê şermezar bikin ji bo 3 rojan çalakiya nobetê dane destpêkirin.    ‘EM Ê AKP’Ê Û MHP’Ê BIŞÎNIN SERGOYÊ DÎROKÊ’    Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî yê di çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’a bajêr hate destpêkirin de axivî, wiha got: “Roj derbas nabe ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî gelê me û partiya me operasyona qirkirina siyasî nede destpêkirin. Her roj zext, girtin û binçavkirinên wiha çêdibin. Em jî li dijî vê bi pêkhateya xwe DBP’ê re ji bo 3 rojan çalakiya nobetê didin destpêkirin. Em hemû gelê xwe û raya giştî vedixwînin nobetê. Em ê sekneke xurt xwedî li partiya xwe derkevin. Qasî ku em xwedî li partiya xwe derkevin wê desthilata AKP’ê û MHP’ê paş ve biçe. Êdî 5 meh wextê wan maye. Piştî 5 mehan em ê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê.”   ÇALAKIYA NOBETÊ YA 3 ROJAN   Çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’a Bajêr a li Taxa Bey dest pê kir, wê 3 rojan ji saet 10.00’an dest pê bike û heta 17.00’an bidome.