Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-12-23 15:28:17   RIHA - Parêzerên Baroya Êlihê di roja 655’emîn a Nobeta Edaletê de ji bo piştevaniyê serdana Malbata Şenyaşar kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 655’emîn de berdewam kir. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê îro serdana malbatê kir. Malbatê endamên baroyê bi pankarta li ser “Edalet” dinivîsî pêşwazî kir.    ‘BILA DARAZ ADIL BE’   Endamê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê Parêzer Rostem Siyahtaş ê li vir axivî, anî ziman ku ji bo piştevaniyê û êşa Emîne Şenyaşar parve bikin hatine. Siyahtaş, anî ziman ku êşa Emîne Şenyaşar êşa herkesê ye û wiha got: “Dosyaya hevjîn û zarokên dayika Emîne ne tenê bûyereke edlî ye. Bi vî awayî nikare were nirxandin.” Siyahtaş, diyar kir ku ev der erdnîgariya kiryarên nediyar e û wiha berdewam kir: “Berê kiryar nediyar bûn lê nihat bi awayekî aşkere tên kirin. Daraz jî li ber çavan bi biryara dayî piştevaniya kiryarên nediyar dike. Ser bûyerê digire û dirêj dike. Lê hem bi awayekî hiqûqî hem jî bi awayekî mirovî em ê li cem malbatê bin.”   ‘EM Ê LI CEM MALBATÊ BIN’   Endamê Baroya Êlihê Ferhat Bayindir jî bi lêv kir ku li vir binpêkirina mafên mirovan heye û wiha got: “Bûyerên bi vî rengî xeternak in. Em weke Baroya Êlihê dixwazin dewlet darizandineke adil bike, faîlan demildest darizîne û wan ceza bike. Em dixwazin lawê dayikê yê girtî jî demildest bê berdan. Em weke baroya Êlihê êşa malbatê parve dikin û em ê her tim li cem malbatê bin. Bixwazin dozê bibin Meletiyê an bajarekî din em ê şopdarê wê bin. Em li cem têkoşîna hiqûq û edaletê ya malbatê bin.”   Piştî ku pêkhateyên baroyê demekê bi malbatê re nobet girt, ji wir çû.