Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû 2022-12-24 08:04:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Navên her sê welatiyên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bûn û navên wan Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil e.    Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdullah Kizil in.    Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di erişa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin.   Daxuyanî li Parîsê hat dayîn. Koç bi kirdî û Goksungur jî bi tirkî daxuyaniyê xwendin. Hevserokan diyar kir ku kesên hatine qetilkirin Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman  Kizil in.   Hevserokan bang li hemû kurdan kir ku ji bo protestokirina êrişa terorî û şermezarkirina xemsariya raya giştî ya Fransayê û cîhanê tev li xwepêşandana mezin bibin. Îro wê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê xwepêşandan bê lidarxistin.