ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-24 09:00:13   * Qedexeyên li ser xebatên çand û hunerê mohra xwe li sala 2022’yan da û hunermend bi berhemên xwe bûn parçeyeke berxwedana gel. Nivîskar Firat Can wiha got: “Dema huner dibe parçeyeke berxwedanê, wê demê di nava civakê de tê pejirandin.”    * Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku sala 2022’yan bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû û wiha got: “Mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû. Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rêveçûn dê heta barbariyê biçe.”    * Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku berpirsiyariya tecrîda li Îmraliyê Wezareta Dadê ye û wezaret çi dike bila bike dê ji berpirsiyariyê xelas nebe.    * Serok û endamên partiyên Tifaqa Kurdistanê ku bertek nîşanî operasyona li dijî DBP'ê dan, destnîşan kirin ku sedema êrişan dijminatiya li dijî kurdan e û ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin.    * Hunermendan bertek nîşanî polîtikayên şerî û êrişên dewletê dan û gotin: “Kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibin, divê hunermendên kurd di vê pêvajoyê de erka xwe bi cih bînin.”   * Dayikên Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê û dîtina kiryarên zarokên xwe 11 sal in bênavber têdikoşin, gotin ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê ji bo ronîkirina komkujiyê her doza edaletê bikin.    * Şêniyên gundê Mêrkitikê yê navçeya Elkê ku di sala 1990'î de hatiye valakirin, ji bo vegerin gundê xwe daxwazname dane qeymeqamtiyê, lê ji ber vê daxwaznameyê ketine ber lêpirsînê.    * Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser avahiya DBP'ê de hatiye girtin û got ku dozgerî û dadggerî erka Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xesp kirine.    * Amediyên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê dan, bi lêv kirin ku pergala zordar a li dijî vîna wan şermezar kirin û diyar kirin ku gelê kurd dê li vîna xwe xwedî derkeve.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 656'emîn de berdewam bike.    * Geşedanên têkildarî qetilkirina her sê welatiyên kurd ên li Parîsê dê bên şopandin.    * Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.   * Konferansa Ciwanên HDP'ê dê li eywanek dawetê ya li Amedê pêk were. (10.00)    * Saziyên elewiyan dê qurbaniyên Qetlîama Mereşê li Cemxaneya Erenler a li Mereşê bi bîr bînin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 926'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin. (12.00)    * Malbatên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Stenbol û Îzmîrê dê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar dê li Amedê serdana Navenda Giştî ya DBP'ê bike. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Meydana Ûgûr Mûmcû mitîng li dar bixe. (14.00-19.00) ZINDÎ