Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê 2022-12-24 09:15:54 ŞIRNEX - Şêniyên gundê Mêrkitikê yê navçeya Elkê ku di sala 1990'î de hatiye valakirin, ji bo vegerin gundê xwe daxwazname dane qeymeqamtiyê, lê ji ber vê daxwaznameyê ketine ber lêpirsînê. Li qereqolê pirsa "hûnê ji bo alîkariya rêxistinê vegerin gund?" ji welatiyan hatiye kirin û daxwaznameya xwe şûn ve vekişandin.    Gundê Mêrkitikê yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di sala 1990'î de bi hinceta "ewlehiyê" tê valakirin û şewitandin. Piştî gund tê valakirin, şêniyên gund ji neçarî li gundê Çemanê bi cih dibin. Piştî bi çend salan di çarçoveya "projeya vegera gund" de nêzî 50 welatî daxwaznameyê didin qeymeqamtiya navçeyê. Lê ji ber vê daxwaznameyê ketine ber lêpirsînê.   Li gorî ku gundiyan ragihandiye, Serokê AKP'a Elkê Hulusî Adiyaman ku ji heman gundî ye û berê navê wî bi tiryakê belav bûye, ji Qereqola Cendermeyan re gotiye "ev daxwaza gundiyan ne asayî ye û ew ê alîkariya rêxistinê bikin." Serokê AKP'yî ku qîma xwe bi vê jî neaniye, ferman daye cerdevan Abdullah û Saît Adiyaman ku gefê li gundiyan bixwin, da ku daxwaznameya xwe betal bikin. Piştî gefxwarina cerdevanan gundî ji neçarî daxwaznameya xwe betal dikin û paşve dikişînin. Gava gundî daxwaznameya xwe betal dikin, Qereqola Cendermeyan yeko yeko gazî gundiyan dike û îfadeya wan digire.    Hat ragihandin ku qereqol ji bo ku qanih bibe ku ev daxwazname ji aliyê gundiyan ve hatiye nivîsandin, sirûda tirkî bi wan daye xwendin û nivîsandin. Her wiha qereqolê pirsa "hûnê ji bo alîkariya rêxistinê vegerin gund?" ji gundiyan kiriye.    Hat diyarkirin ku ji ber zext û gefa li gundiyan hatiye xwarin neçar mane ku daxwaznameya xwe ji qeymeqamtiyê paşve kişandine.