Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye 2022-12-24 09:44:04 EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku berpirsiyariya tecrîda li Îmraliyê Wezareta Dadê ye û wezaret çi dike bila bike dê ji berpirsiyariyê xelas nebe.  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Tîpa tên girtin nêzî 21 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatê bi hêceta “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Serlêdanên siyasetmedar û rêxistinên hiqûqî yên ji bo Wezareta Dadê jî dewam dikin. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hevgirtin û Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Meclisa Dayikên Aştiyê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdê çalakiyan li dar dixin.   Li gel vê yekê parlamenterên HDP’ê jî ji bo li ber bêdengiya Wezareta Dadê rabin ji 21’ê kanûnê ve li ber Wezareta Dadê çalakî li dar dixin.    'DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊNVEIKIRIN’    Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li hemû  Tirkiyeyê belav bûye. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin da ku aştî pêk were. Heta niha CPT’iyê jî têkidlarî hevdîtina xwe ya li Îmraliyê daxuyaniyek şênber nedaye. Gelê kurd û dostên xwe bi awayek cidî ji rewşa tenduristî û jiyana birêz Ocalan bi fikar in. Divê demildest deriyên li Îmraliyê bên vekirin.”    ‘WEZARETA DADÊ BERPIRSIYAR E’    Hatimogûllari diyar kir ku Tirkiye ji aliyê rejîmek faşîst ve tê birêvebirin û got: “Di şexsê birêz Ocalan de tecrîdê li her derî formüle dikin. Mîna qeyûman. Biryara wezîfe û berpirsiyariya wezîran ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê dayîn. Lê çi dibe bila bibe berpirsiyarî ya Wezaraeta Dadê ye. Wê Wezareta Dadê nikaribe ji wezîfe û berpirsiyariya xwe bireve. Her çiqas berpirsê tecrîda li Îmraliyê îktidara AKP-MHP’ê be ewqas jî berpirs Wezareta Dadê ye. Divê Wezîrê Dadê mudaxileyî rewşê bike û tecrîdê rake. Bi milyonan kurd û dostên xwe li seranserî dinyayê dixwazin recrîd bê rakirin û nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina birêz Ocalan didin.” Divê di serî de Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û hemû rêxistinên maf û hiqûqê yên navnetewî bi erka xwe rabin. Em wan vedixwînin wezîfeyê.”   MA / Hamdullah Yagiz Kesen