Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike 2022-12-24 15:10:50   ENQERE - Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Emîn Gurban ê li Girtîgeha Eregliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û xwest bê berdan.   Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 433’yemîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakiya xwe heftane lidar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Însiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Gurban ê li Girtîgeha Eregliya Konyayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Rêvebera navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.    Çevîrmen bi bîr xist ku Gurban ji sala 1996’yan ve girtî ye û ji ber nexweşiyên wî gelek in nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike û rîska penceşêra mîdeyê pê re heye. Çevîrmen destnîşan kir ku li gel ku raporên nexweşiyên wî hene jî tedawiya wî nayê kirin, dema dibin nexweşxaneyê bi kelemçekirinê wî sewqî nexweşxaneyê dikin û bi îşkenceyê re rûbirû maye. Çevîrmen anî ziman ku li gel raporên wî hene jî nayê berdan û xwest Saziya Tiba Edlî cezayê Gurban taloq bike û tavilê were berdan.