Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn 2022-12-24 15:11:38 STENBOL - Dayikên Şemiyê dosyeya Îsmaîl Bahçecî yê ku 28 sal in aqûbeta wî ne diyar e û binçavkirina wî tê înkarkirin parve krin û ji bo Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku dê di 20'ê çileya 2023'yan de bê dîtin jî bang kirin. Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 926'emîn de bi rêya înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku di 24'ê kanûna 1994'an de li Stenbolê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.   Hevalê Îsmaîl Bahçecî yê dibistanê Dursun Ege Goçmen daxuyaniya vê hefteyê xwend. Dursun bi bîr xist ku 28 sal in ji bo Îsmaîl edaletê dixwazin û binçavkirina Îsmaîl ya ku nayê qebûlkirin bi bîr xist.    GELEK CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN    Dursun serpêhatiya windakirina Bahçecî parve kir û wiha got: “Îsmaîl Bahçecî xwendekarê Zanîngeha Çapemenî û Weşanê ya Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Ji ber nasnameya xwe ya siyasî gelek caran hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Di sala 1993'an de polîs lê digriyan. Polîsan avêtin ser mala malbata Bahçecî ya li Avcilarê. Ji ber vê sedemê Îsmaîl ji malê derket. Birayê wî jimareya telefona kargeha hevalekî xwe da Îsmaîl ku di rewşa awarte de wî agahdar bike. Di 24'ê kanûna 1994'an de kesekî bi telefonê li Malbata Bahçecî geriya û xwe weke hevalê Îsmaîl da nasîn, agahiya ku Îsmaîl ji aliyê polîsên şaxa siyasî ve hatiye binçavkirin da. Bav Şehmus Bahçeci demildest serî li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û DGM'ê da. Lê hat îdakirin ku Îsmaîl nehatiye binçavkirin. Piştî 24'ê Kanûnê jî polîsan bi ser mala malbata Bahçecî de girtin. Polîsan avêtin ser cihê karê hevalê wî yê ku birayê wî telefona wî dabû Îsmaîl. Xwediyê kargehê bi gotina, "Nimreya telefona we li ser endamekî rêxistinê hat girtin" û ew  binçav kirin. Hin kesên ku di nav wan de M. Y. ê hat binçavkirin jî hebûn diyar kirin ku dema li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan dihat kirin ji wan re gotine, "Em ê we jî weke Îsmaîl Bahçecî winda bikin."   KUŞTIN E Û AVÊTINE ÇALÊ    Dursun anî ziman ku Fatma û Şehmus Bahçecî li hemû saziyên dewletê li zarokê xwe geriyane û diyar kir ku Serokwezîra wê demê Tansu Çiller û Serokkomar Suleyman Demîrel daxwaza malbatê ya hevdîtinê qebûl nekirine. Dursun da zanîn ku Wezîrê ji Mafên Mirovan Berpirs ê wê demê  Azîmet Koylûoglû ji malbatê re gotiye, 'Dibe ku Îsmaîl bi îşkenceyê hatibe kuştin û avêtibin çalakê' û wiha berdewam kir: "Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe jî got, 'Dua bikin da ku kurê we  di destê polîsan de be. Ez ê lêkolînê bikim û we agahdar bikim'. Lê piştî wê qet telefonî malbatê nekir. Parlamenter Mahmut Alinak jî di axaftina xwe ya 24'ê Çileya 1995'an de ku li meclisê kir de got 'Dayika Îsmaîl Bahçecî diqîre û dibêje 'Ez zarokê xwe dixwazim'. Ez vê ji we re radigihînim. Ev kes di binçavan de hatiye windakirin, divê ev kes bê dîtin'. Hevalên Îsmaîl, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê bi kampanyayên xwe mijar gihandin raya giştî ya neteweyî û cîhanê. Lê der barê binçavkirina Îsmaîl Bahçecî de tu agahî nehat girtin. Derbarê eqûbeta îsmaîl de heta niha tu agahî nehatine dayîn."   BANGA JI BO DOZA JÎTEM'Ê   Dursun destnîşan kir ku kesên Îsmaîl Bahçecî winda kirine ji bo sûcên xwe veşêrin û ji berpirsyariyê birevin derfet hatiye dayîn û bi bîr xist ku Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku malbat jî tê de cih girtiye li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike û ev bang kir: “Di rûniştina 20’ê ,ileya 2023’an de ji bo Îsmaîl Bahçecî û hemû kesên navê wna di dosyayê de derbas dibe û hatin qetilkriin divê li gorî hiqûq û edaletê biryar bê dayîn. Divê kiryar di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên cezakirin. Çiqas sal jî derbas bibin, ji bo Îsmaîl Bahçecî em ê dev ji Galatasaraya ku 227 hefte ye li me tê qedexekirin bernedin.”