Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin 2022-12-24 16:54:22 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana DBP'ê kir û li ber avahiyê anî ziman ku sedema êrişan, tirsa li dijî siyaseta kurd û demokratîk e û got: “Em ê destpêke di hilbijartinê de pişt re jî li ber edaletê hesabê van binpêkirinan û êrişan ji vê desthilatê bipirsin. Em soz didin, em ê teqêz bi serkevin.”   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser avahiyên DBP'ê de girtin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek rêveberên partiyê binçav kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdegirtin û binçavkirinên li dijî DBP'ê serdana avahiya Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê kir. Sancar, li ber avahiyê bi Hevseroka DBP’a Giştî Salîha Aydenîz re hatin li gelhev û li wir axivîn. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Tayîp Temel, Hevserokên HDP’ê yên Amedê û gelek kes li ber avahiyê amade bûn.    ‘ÊN KU ÊRIŞÎ SIYASETA KURD KIRIN XWE XAPANDIN’   Di destpêkê de Mîthat Sancar axivî. Sancar anî ziman ku ew êriş operesyona qirkirina siyasiyê û bi salan e li dijî siyaseta kurd ev êriş pêk tên. Sancar, bi bîr xist ku di sala 2009’an de bi hezaran siyasetmedarên kurd di çerçoveya operasyona KCK’ê de hatibûn binçavkirin û axaftina xwe wiha domand: “Me ew êriş tu carî ji bîr nekirin. Operesyonên KCK’ê darbeya li dijî siyaseta kurd bû. Lê yên ku li bendê bûn ku siyaseta kurd dê serê xwe bitewîne û ji bo vê yekê jî her der bi polîsan dorpêç kiribûn xwe xapandin. Hişmendiya ên ku di 2’ye adarê  1994’an de li dijî parlamenterên DEP’ê operasyona darbeyê dan destpêkirin û ên ku niha li dijî siyaseta kurd van êrişan dikin heman in. Lê yên ku wê deme xwestin serê Orhan Dogan bitewînin, bi têkoşîneke bi hempa têk çûn. Ji wê rojê heta niha li dijî siyaseta kurd û demokratîk heman rêbaz pêk tên. Desthilata AKP’ê û MHP’ê jî mîrasa hemû darbekaran girtiye û êrişî siyaseta kurd û demokratîk dike.”   ‘EM Ê DI VÊ RÊYÊ DE GAVEKÊ JÎ PAŞ VE NEAVEJIN’   Di berdewama axaftina xwe de Sancar, balkişand ser êrişa li dijî Ferhat Encu ku pêk hat û wiha pê dê çû: “Me xwest vê êrişê şermezar bikin lê asteng kirin û avahiya me ya navçeyê dorpêç kirin. Lê tevî vê astengiya ku makezagonên xwe binpêkirin jî nekarîn dengê me bibirin.  Em li dijî plana darbeyê ya sepanên qeyyuman ku di sala 2016’an de xistin meriyetê jî bi heman helwestê sekinîn. Hevserokên me, 12 parlamenterên me û bi hezaran siyasetmedarên me girtin û xwestin pêşiya siyaseta kurd, demokratîk û azadiyê bigirin lê xwe xapandin. Di hilbijartina 2019’an de me bersiva wan da. Sedema bê tehamûliya wan jî ev yek e. Nikarîn pêşiya me bigirin. Di sala 2020’an de li dijî parlamenterên me êriş dan destpêkirin. Parêzbendiya parlamenterên me Leyla Guven û Mûsa Farîsogllari rakirin. Çend roj berê jî bi heman awayî parlamenteriya hevala me Semra Guzel betal kirin. Dema xwestin serê Semra Guzel'ê bitewînin lê wê serê xwe netewand, weke Orhan Dogan û Îdrîs Balûken. Duh jî xwestin serê Keskîn Bayindir bitewînin lê Keskîn Bayindir bi nîşana serkeftinê bersiva herî xurt da. Bersiva me jî li dijî wan êrişan ev e, heta polîtikayên şer neyên sekinandin, pirsgirêka kurd çareser nebe, di nav gelan de wekhevî pêk neyê, em di rêya xwe de gavekê jî paş ve naavêjin. Di vê mijarê de em bi israr in, em hêza xwe ji piştgiriya gelê xwe digirin.”   ‘EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN’   Sancar, destnîşan kir ku sedema êrişan, tirsa deshilata li dijî siyaseta ku paş ve gav neaveje ye û ev tişt gotin: “Lê desthilat tirsa xwe de mafdarê. Her ku diçe em mezin dibin û tên. Em kolan bi kolan, mal bi mal bi gel re xebatên xwe dimeşînin. Hilbijartina pêşiya me pir girîng e. Di hilbijartinê de wê diyar bibe Tirkiye dê di vê siyaseta zext û tundiyan de israr bike an rêya çareserkirina pirsgirêka kurd û aştiyê vebe. Ya rast a dûyemîn e. Demokrasî azadî, aştî û wekhevî dê serbikeve. Serkeftina vê xetê têkçuyina vê desthilatê ye. Dema em li dîrokê dinêrin êrişên wan bi qasî mêşeke jî bandorê li me nake, lê vîna me û têkoşîna me dê wan têk bibe. Em ê di destpêke hilbijartinê de pişt re jî li ber edaletê em ê hesabê van binpêkirinan û êrişan ji vê desthilatê bipirsin. Em soz didin, em ê teqêz serbikevin. Serkeftin hevalno.”   Sancar, derbarê pirsa êrişa li Navenda Çand û Hûnera Kurdan a Ahmet Kaya de jî bi lêv kir ku ew vê êrişa nîjadperest a li dijî kurdan şermezar dikin û xwesteka wan ew e ku kûjerên wê êrişê bên dîtin. Sancar ji bo kesen ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji malbatan re xwest û got: “Daxwaza me ew e ku rêveberên Fransayê, polîs û dozgerî lêpirsîneke pir xurt bidin destpêkirin. Em jî dê ji nêz ve bişopînin.”   AYDENÎZ: EM PAŞVE GAVÊ NAAVÊJIN    Pişt re jî Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, anî ziman ku mekanizmaya darbeyê ya li dijî siyaseta kurd ku desthilat xistiye meriyete bandor li ser hemû gelan dike. Aydenîz, destnîşan kir ku bingeha mekanîzmaya darbeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û wiha got: “Ne tenê sepanên dewleta tirk, rola dewletên hegomonîk jî di vê tecrîde de heye. Operasyonên dawî yên li dijî siyaseta kurd û komkujiya li Parîsê ji aliyê heman hişmendiyê ve hatine kirin.  Lê ew polîtikayên ku bi sed salane li dijî kurdan pêk tên, çawa ku nekarîn ji siyaseta kurd re paş ve gavê bidin avêtin, em jî li dijî van polîtikayan paş ve gavê naavêjin.  Em ê rêxistina xwe firehtir bikin û yek ji me bimîne jî li dijî vê yekê paş ve gavê naavêje. Em baş dizanin ku hûn têkçûne, em jî dê li ser vê têkçûyina wê siyaseta demokrasiye mezin bikin.”   Axaftin bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.