Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye 2022-12-24 17:16:13 EDENE - HDP’ê li Edeneyê mitînga bi dirûma “Banga edaletê” li dar xist. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û bal kişand ser qetlîama Parîsê û got heke rayedarên Fransayê qetlîamê ronî nekin ew jî dê bibi şirîkê qetlîamê. Ozturk got Ocalan xeta wan a sor e û divê tecrîd bê rakirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê bi dirûşma "Banga Edaletê" li Qada Ugur Mumcuyê mitîngek li dar xist.. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk weke axivêr beşdarî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi alên HDP'ê hat xemilandin û bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn.    Piştî ku Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş silav dan girseyê, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û xîtabî gel kir.    Axaftina Ozturk wiha ye:      'HEKE FRANSA QETLÎAMÊ EŞKERE NEKE EW JÎ ŞIRÎK E'   "Li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk we hemûyan slav dikin. Disa fransa dîsa parîs 3 însanê me hatin qetilkirin. Em ji malbatê xwe re ji gelê re sersaxî dixwazin. Ev ya yekemîn nîne, beriya nîha jîe 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Lê dewlet Fransa peyvîra xwe bi cîh neanî. Em berpirsiyarê vê komkujiyê baş dizanin lê wê demê Fransayê erka xwe pêk neanî. Ger ku wê demê erka xwe pêk bîaniya niha ev komkujî pêk nedihat. Niha divê Fransa lêkolînek berfireh pêk bîne. Heke ku pêk neyîne em ê bizanibin ku ew jî şirîkê vê komkujiyê ne.      LI ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ NAYARTIYA KURDAN DIKIN    Demeke ku dewleta Tirkiyeyê plansazî kir û gotin emê di dimeke kurt de gelê kurd xilas bikin. 2015’an de dema ku tecrîd li ser birêz Ocalan giran kirin, biryara şer dan. 2013-2015 hevdîtin hebû, pozê kesî xwîn nebû nehate hesabê wan. Ditîn ku gelê kurd xurt dibin, di warê demokrasi û mafê mirovan de pêşketin çê dibe. Vê yeke ji sistema xwe re tehdit ditin û pêvajoyê xirab kirin. Tecrît tenê meseleya gelê kurd nîne. Tecrît û şer bi hev re girêdayî ye. Kengê tecrid giran dikin dewlet kurdan wekî neyarek dide pêşiya xwe û dibêje ezê we xilas bikim. Heta roja îro li her çar parçeyê kurdistanê neyartiya wan eşkere ye. Yên ku behsa demokrasiyê dikin divê denge xwe bilind bikin. Yên dibêjin demokrasî, hikûk li hemberî tecridê dernavekin, şerederiyên me tên desteserkirin dengê xwe nakin.      BIRÊZ OCALAN XETA ME YA SOR E    Hûn dibêjin em demokrasiyê dixwazin lê ji şer re çepikan lêdixin. Ev gotina min ji mûxalefetê re ye. Hikuk be ji herkes re hikûk. Ku hun li hemberî şer bin li her derê li hemberî şer derkevin. Emê demokrasiyê re biparêz in. Ev dûrutî nabe. Bi tecride işkence tê kirin, li dijî mirovahiyê ev yek tê kirin lê di yek gotina xwe de behsa vê yekê nake. Wekî hemû girtiyan mafê birêz Ocalan jî heye ku hevditinan bike. Dewletê Ewropê jî durutiyê dikin. CPT diçe Îmraliyê lê hevditin nekin. Em li vir dibêjin ger ku hun li hemberî birêz Ocalan nêzatiyek erzan pêk bînin em vê yeke qebûl nakin. Vegerin li dîroka me binhêrin dema komploya navneteweyî çû bersiva gelê me çi divê baş bibîn in. Ocalan ji me xeta sor e. Fikarê gelê me zêde bû ye.     TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE    Em nabêjin fikrên birêz Ocalan biparêz in, hikuka xwe pêk bînin. Demokrasî ji me hemû re lazim e. Têkoşîna me riya azadiyê riya demokrasiyê ye. Ev serkeftin dê bibe ya me hemûyan. Kes bila hesabên biçûk nekin. Pergala wan qediya têkoşîna gelê me pergala wan xitimand. Hunê dilê kurdan rihet bikin.     EM Ê WISA LI WAN BIXIN KU CARDIN KES NEYARTIYA KURDAN NEKE    Hilbijartina pêşiya me hilbijartinek dîrokî ye. Gelê di 2015’an de iktidara wan xistin niha koltikxa wan jî di talûkeyê de ye. Li hemberî me evqas êriş mezin kirin di 2019’an de gelê me iktidara wan têk bir. Ev cara sisiyan e, xekê xwedê jî sisiyê. Em wisa li wan bixin ku divê em têk biçin. Bila ev ji mûxalefetê re jî bibe ders ku neyartiya gelê Kurd nekin.”   Piştî Berdan, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û xîtabî gel kir.