Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne 2022-12-24 19:57:19 MÛŞ- Salih Aydin, bavê Mîr Perwerê ku di êrişa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya yê de jiyana xwe ji dest da, got: "Kurê min tenê stran digotin û zirara wî negihaye tu kesî. Ew hozanê gelê xwe bû. Bila heyfa wî li erdê nemîne."    Di êrişa li paytexta Fransayê Parîsê de ku li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kayayê çêbûbû, 3 kes hatibûn qetilkirin. Ji kesên hatin qetilkirin yek jê jî ji Tevgera Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) bû. Li mala Perwer a li Mûşê şîn hat danîn.   Mîr Perwer ku di nava xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtiye, di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Piştî 2 salan hatiye berdan. Di sala 2019'an de 20 sal cezayê lê hatiye birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pesendkirin. Piştî vê Mîr Perwer ji bêgavî berê xwe daye derveyî welêt. Mîr Perwer li Ewropayê jî daxilî nava xebatên çandê bûye. Li gorî agahiyên ku malbatê ragihandine, Perwer hewl daye hevjîna xwe û zarokên xwe jî bibe cem xwe.   Li mala malbata Perwer şîn hat danîn. Malbatê xwest kujerên Perwer bên dîtin û bên cezakirin.    Bav Salih Aydin da zanîn ku ji ber ku 20 sal ceza li kurê wî hatiye birîn kurê wî mecbûr maye biçe derveyî welêt û wiha got: "Divê ji kesên tiliya wan di vê bûyerê de hene hesab bê pirsîn. Kurê min mir, lê divê dawa wî li erdê nemîne. Divê heqê wî li erdê nemîne. Kurê min tenê stran digotin û zirara wî negihaye tu kesî. Ew hozanê gelê xwe bû   ‘KURÊ MIN JI BÊGAVÎ REVIYA'   Bav Aydin diyar kir ku ji ber meşeke di sala 2016'an de der barê kurê wî de doz hatiye vekirin û ev tişt gotin: "Ji ber ku tevlî vê meşê bû, doz lê vekirin. Li Tirkiyeyê her roj meş û çalakî çêdibin, lê 20 sal li kurê min birîn û ji ber vê ji bêgavî çû derket derveyî welêt. Kurê min ji ber zextan reviya, lê li wir jî ev komplo anîn serê wî. Heya niha zirara kurê min negihaye tu kesî jî. Îro ro her kes ji bo kurê min rabûye ser pêyan."    ‘BILA HEYFA WÎ LI ERDÊ NEMÎNE'   Bav Aydin bibîr xist ku 3 salên kurê wî li Parîsê qediya bûn û got: "Gava li Ewropayê bû, tim digot 'xwezî li welatê xwe bûma.' Herî dawî got, 'Xwezî cezayê min 5 sal bûna, ez ê bihatama, lê 20 sal umrk e, nikarim bêm.' Ji ber ku li Ewropayê bû tim nerihet bû û pri bêriya welatê xwe dikir. Ji min re digot, 'ez nikarim bêm, qet nebe tu were.' Min karê xwe qedandibû, ez ê sibê dusibe biçûma Ewropayê, cem wî. Lê duh telefonek ji min re hat, dinya li ser serê min xera bû. Berî ez biçim cem kruê xwe, cenazeyê wî ji min re hat. Bila heyfa kurê min li erdê nemîne."    Aydin destnîşan kir ku kurê wî tu sûcekî mirovan têxe ber fediyê nekiriye û got: "Lê rabûn ev qas ceza lê birîn û kurê min mecbûr ma bireve. Kurê min pir hez ji welatê xwe û malbata xwe dikir. Tim digot ku bêriya vir dike. Ji bo hesreta xwe ya ji bo dêya xwe stranek çêkiribû. Di stranê de digot, 'Dayê ditirsim berî te bibînim bimirim.' Kurê min malbata xwe nedît û mir. Tiliya kê di xwîna kurê min de hebe, bila hesab bê pirsîn."    MA / Berîvan Kûtlû