Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir 2022-12-24 20:27:12   NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarên Rojavayê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku Fransa komkujiyê zelal bike.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel daketin kolanan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin.    HESEKÊ   Şêniyên herêma başûrê Hesekê komkujiya li Parîsê şermezar kirin û ji bo hevgirtinê bang kirin.    Şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li qada meclîsa navçeya Şedadê kom bûn. Xwepêşandan li kolanên navçeyê heta bi qada ciwanên şoreşger dest pê kir. Li qadê Ebdulqadir Şaban li ser navê meclîsên herêma başûr a Hesekê metna daxuyaniyê xwend.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Duyem a Parîsê, dewama komkujiya 9′ê Kanûna 2013′an e û AKP-MHP û MÎT′a tirk berpirsên vê komkujiyê ne. Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin.   CIZÎR   Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê, xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir.   Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li pêş Meclîsa Edaleta Civakî ya Qamişloyê bi beşdariya endamên meclîsê û endamên Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî daxuyaniyek da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Cizîrê Ciwan Mihemed metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat detsnîşankirin ku edalet ew e ku ne tedbîr li dijî sûcdar be, lê divê lêpirsîn li ser aliyên li pişt sûcê were firehkirin û wiha hat gotin: "Divê li hember vê komkujiya ku duh li Parîsê pêk hatiye, hikumetên Ewropa li hesab û helwestên xwe vegerin."   Her wiha hat gotin ku divê hikûmeta Fransayê kurdan û saziyên wan ên li Fransa biparêze û saziyên edaletê bi lez lêpirsînên cidî li ser vê yekê pêk bînin, sûcdaran û ajoyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.   KOBANÊ   Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kirin û wê bi êrişa terorane wesif kirin. Xwendekar Newaf Ehmed li pêş Zanîngeha Kobanê metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin komkujî ji bo tevahî gelê kurd êşek e û divê desthilatên Fransayê bi awayekî cidî dan û standinê bi vê sûcê re bikin û sûcdaran ceza bikin. Her wiha bang li hemû akademîsyen, gelê kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên têkildar hat kirin ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.   TEBQA   Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê komkujiyê şermezar kir. Hevserokê Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El Fereh bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê û endamên partiyên siyasî metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojane dewleta tirk ji cîhanê re dijminahiya xwe ji gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk re eşkere dike. Di dawiyê de hat gotin ku armanca komkujiyên li dijî kurdan tepisandina berxwedana têkoşer û destkeftiyên şoreşê ne.    DIRBÊSIYÊ   Şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandaneke girseyî Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kirin û bang li desthilatên Fransayê kirin ku lêpirsîneke zelal pêk bînin û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin.   Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajêr kom bûn û Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kirin. Di xwepêşandanê de endamên saziyên sivîl û mecilsê jî amade bûn. Xwepêşandan ber bi sûka navendî ve bi berzkirina diruşmeyên ji bo şermezarkirina komkujiyê û silavkirina berxwedana gelan dest pê kir.   Li wir, li ser navê şêniyan welatiya bi navê Yusra Şêxanî û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama rêveber a Komîteya Jinan a meclîsê Îman Dedoşê metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi rêya baskên xwe yên îstîxbaratê li Ewropayê giştî û Fransayê çalakgerên kurd û azadiya jinê hedef digire û bi vê yekê hewl dide ku destkeftiyên kurdan têk bibe. Hat xwestin ku Fransa lêpirsînine zelal pêk bîne û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bike.