Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin 2022-12-24 20:44:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya li Parîsê li gelek welatên Ewropayê tê şermezarkirin.   Di êrîşa duh de ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina komkujiyê kurd û dostên wan ên li Ewropayê, li welatên Ewropayê dadikevin qadan.   SWÊD   Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dest ji herikîna xwîna Kurdan berdin” û “DAÎŞ û Erdogan heman e” berz kirin. Kurdistaniyan wêneyên sê kesên li Parîsê hatin qetilkirin û yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan. Çalakgeran destnîşan kir ku heta komkujî neyê ronîkirin, wê şopdarê dozê bin.   YEWNANÎSTAN   Li Atînayê bi pêşengiya ciwanan, li dijî tecrîda Îmraliyê û komkujiya li Parîsê meşek hat lidarxistin. Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê gelê kurd û dostên wan, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiya li Parîsê, meşiyan.   Meşa girseyî li ber Gara Trenê ya Atînayê destpê kir û ji Cadeya Acharnon heta Cadeya Patîsîon dom kir. Piştre meş heta Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê domiya. Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku heta komkujî tê ronîkirin, wê li qadan bin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Parîsê”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berzkirin.   SWÎSRE   Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê û Meclisa Jinan a Berlînê hatin ba hev, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşenga Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwerê ji Tevgera Çandê û Abdûrrahman Kizil hildan.   Ji bo qurbaniyên komkujiyê di çalakiyê de rêz hat girtin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S), Emrûllah Bîngul anî ziman ku qetlîama hatiye kirin ne tesadufî ye û got: ‘"Dewama qetlîama 10 sal berê ye ku 3 jinên Kurd li Parîsê hatin armanckirin.’’   Piştî axaftinê, girse bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Sefaretxaneya Fransayê ve meşiya.   Girse ku gihîşt ber sefaretxaneyê, mîtîngek li dar xist. Fîdan Guler li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ev tişt gotin: "Feraseta sala 2013’an sê hevrêyên me yên jin qetil kirin, îro careke din bi rûyê xwe yê qirker derket holê. Dewleta Fransayê ku duh ser qetlîama Parîsê girt û şirîkatiya xwe ya sûc derxist holê, divê sûcdarên rastîn ên qetlîamê derbixe holê. Heta ku sûcdarên rastîn ên qetlîamê eşkere bibin; di serî de jinên Kurd em Kurd em ê her li qadan bin."   ALMANYA    Kurd û dostên wan ku li ber Haûpbannof a Hannoverê hatin ba hev, li dijî qetlîama li Parîsê meşiyan. Bêyî navber di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Tolhildan”, “PKK’’, ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin. Kurd û dostên Kurdan, guh nedan şiliyê û heta êvarê çalakiya xwe domandin.    FRANSA   Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetlîam hat protestokirin. Kurdistaniyên li Qada Place de la Boûrse li hev kom bûn, qetilkiriyên qetlîama Parîsê bibîr anîn.   Li bajarê Grenoble yê Fransayê jî, gelê kurd û dostên wan li qada Vîctor Hugo hatin ba hev û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin. Piştî daxuyaniyan, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   AVÛSTÛRYA   Kurd û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Avûstûryayê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê hatin ba hev. Girseya ku li ber peykerê Annasaûl a li bajarê Innsbruckê li hev kom bû, xwest dewleta Fransayê piştperdeya komkujiyê demildest ronî bike. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.