ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-25 09:00:25   * Di tevahiya sala 2022’yan de ciwan li dijî polîtîkayên fihûş, tiryak, sîxûrkirin û pişaftinê li kolanan bûn. Ji Meclisa Ciwanan Amed Can Uçar diyar kir ku di sala pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    * Şerên berjewendiyan ên hêzên kûrewî di sala 2022’yan de hevsengiya cîhanê serûbin kir. Ji ber şeran bi milyonan kes koçber bûn û berxwedana li dijî xizantiyê jî mohra xwe li salê da.    * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: "Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê."    * Nazîfe Encu ku birayê wê di Komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin û hevjînê wê jî hatiye girtin got ku heya edaletê neyê Roboskiyê dê têkoşîna wan bidome.    * Dadgeha Îdareyê ya Semsûrê serlêdana ji bo rawestandina kana mermeran a li bajaroka Komirê red kiribû. Lê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê dosyeyê ji bo "vekolandina esasî" cardin lê vegerand.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Ciwan dê pêşengiyê bikin û ev tecrîd wê bê şikandin. Em ji vê bawer dikin, em ê vê tecrîdê bişikînin."    * Li Antalyayê derbarê 8 xwendekaran ku yek jê girtî de ji ber tevlibûna wan çalakiyan, koma wan “signal” û parvekirinên medya civakî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “astengkirina mafê perwerdehiyê” doz li wan hat vekirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 657'emîn de berdewam bike.    * Meclisa Ciwanan a HDP'ê dê li Stenbolê li avahiya HDP'a Navçeya Bagcilarê bi dirûşma "Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi rojên azad ve" konferans li dar bixe. (10.00)    * Rêxistinên elewiyan dê li Navenda Pêşandanê ya Yenîkapiyê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ji bo Tirkiyeyek laîk û demokratîk tên ba hev" komxebat dê li dar bixin. (10.00)    * Meclisa HDP'ê ya Mêrsînê dê li eywana Kongreyê ya Şaredariya Mêrsînê kongreya xwe li dar bixe. (12.00)   * Li Êlihê HDP dê mitînga bi dirûşma "Ji şer û feqîriyê re na" li Parka 8'ê Adarê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz mitîng li dar bixe. (12.00)   * Rêxistina HDP'a Manîsayê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan Kongreya xwe li dar bixe. (12.00)