Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya 2022-12-25 11:23:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku artêşa tirk ji hin qadên herêma Zapê paşve vekişiyaye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve hatin destpêkirin, berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye weşandin; artêşa tirk lûtkeya çiyayê Kurojahro, gundê Saca yê bi ser nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora wê, Girê Şehîd Sînan û Dola Şehîd Kuncî û quntarên wê û Qada Girê Cûdî vekişiyaye.