Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike 2022-12-25 11:39:56 RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 657'emîn de berdewam dike.  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 657'emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbalt li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Yên ku darazê li dijî lêgerînêrên maf wek zext bikar tîne, wê nikaribin ji bo sibê sozek bidin. Civak li jiyana pratîk dinêre. Dayikek ku mala wê hatiye belavkirin, nêzî 2 salan e ji bo edaletê nobedê digire.”