‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’ 2022-12-26 09:01:08 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku pêvajoya darizandina derbarê Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci de berê hatiye plankirin û anî ziman ku divê mirov ji Wezareta Parastinê ya got “Şande çû lêkolîn kir” pirsa “Heke diviyabû lêkolînek were kirin çima giliyê vê daxwaza Mamoste Şebnemê kir” were kirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” di 27’ê cotmehê hatibû girtin. Fîncanci ya ku danişîna wê ya ewil di 23’yê kanûnê de li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin, diyar kir ku hewl daye heqîqet derkeve holê û xebatên wê dewlet aciz kiriye.    Dadgeha ku biryara berdewama girtina Fîncanci da, danişîn taloqî 29’ê kanûnê kir. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî dozê û biryara dadgehê axivîn.    ‘DIVÊ ŞANDEYEKE SERBIXWE BIÇE HERÊMÊ’   Bakkalci, diyar kir ku Fîncanci bijîşk û zanyareke ku di cîhanê de tê naskirin e û anî ziman ku ne raste derbarê wê de lêpirsînekê jî vekin. Bakkalci, qala axaftinên Fîncanci ku ji girtina wê re weke hincet tên nîşandan kir û wiha got: “Axaftinên wê nirxandinên têkildarî qada wê ya pisporiyê bûn. Bi awayekî xwezayî ev nirxandin dikarin di çarçoveya azadiya zanîstê de bên nîqaşkirin. Bakkalci, destnîşan kir ku divê Fîncanci di danişîna hatiye taloqkirin de hatibûya berdan.    Bakkalci, yê daxwaza Fîncanci ya têkildarî şandineke serbixwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmên behsa wan tê kirin dubare kir, bal kişand ser gotinên “Me di 24’ê mijdarê de şandeyek şand. Şande çû lêkolîn û pîvanên xwe kirin…Rapora ku kîmyasal nehatiye bikaranîn di destê me de ye” yên Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ên têkildarî mijarê de û wiha got: “Mamoste Şebnem û her kesên din ên li qada mafên mirovan dixebitin li vê derê tiştekî cuda naxwazin. Li bendê ne ku ji aliyê şandeyeke serbixwe ve lêkolîn bên kirin.” Bakkalci, da zanîn ku tişta Wezareta Parastinê kirî “lêkolîneke navxweyî” ye û diyar kir ku divê di vê mijarê de ji lêkolîneke navxweyî wêdetir şandeyeke serbixwe lêkolînê bike.    TIRSA DEWLETÊ YA JI FÎNCANCI   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, dorpêça polîsan a di danişînê de bi bîr xist û wiha got: “Bi rastî ne gengaz e ku mirov fêm bike bê ka çima anîna zanyarekê ya ji bo darizandinê dikare bibe sedema tirs û tengezariya dewletê.  Astengkirina daxuyaniya me ya li ber edliyeyê û astengkirina polîsan nîşan dide ku her tişt ji berê ve hatiye plankirin. Lê belê tevî van hemûyan jî her kes xwedî li Fîncanciyê derket. Ji Enqereyê bi awayekî destên wê kelemçekirî anîn Edliyeya Stenbolê. Ev rewş nayê qebûlkirin.”   ‘HER TIŞT PLANKIRÎ BÛ’   Yolerî, bal kişand ku dadgerî jî di dema darizandinê de helwesteke ku rêzikên hurmetê yên li hemberî Fîncanci binpê bike nîşan dan û wiha got: “Dadger ji parêzeran re weke hûn gazî dikir lê ji Mamoste Şebnem re weke ‘tu’ gazî dikir. Ev jî mînaka vê yekê bû.” Yolerî ya diyar kir ku tevî her tiştî jî Fîncanci xwe parast, anî ziman ku di danişînê de nêzîkatiya dozger jî balkêş bû wiha lê zêde kir: “Dozger beriya danişînê mutalaaya têkildarî dozê amade kir. Amadekirina mutalaayekê, tişteke ku tenê piştî nirxandinek li ser esasê îfadeyên kesa tê darizandin û parêzerên wê û delîlên hatine komkirin pêk were ye. Lê serokê dadgehê vegeriya dozger jê re pirsa ‘Hûn ji bo mutalaaya têkildarî girtinê de amade bikin dem dixwazin’ pirsî. Dozger jî bersiva ku mutalaa amade ye da. Ev yek jî piştrast dike ku pêvajoya darizandinê berê hatiye plankirin.”   ‘DIVÊ MIROV Jİ WEZARETA PARASTINÊ BIPIRSE’   Yolerî, nirxandinên Wezareta Parastinê yên piştî nirxandina Fîncanci ku “lêkolîn hatiye kirin” bi bîr xist û ev tişt gotin: “Ji xwe divê lêkolînek bihata kirin. Ji ber vê yekê heke lêkolînek bê kirin divê pirsa “Çima Wezareta Parastinê têkildarî vê daxwaza Mamoste Şebnemê serlêdana sûc kir û giliyê wê kir” were pirsîn. Yolerî daxuyakirin ku tabloya heyî nîşan dide ku bêhiqûqî wê bê dewam kirin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û têkoşîna di vê noxteyê de.