Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû 2022-12-26 12:16:51   ŞIRNEX - Bernameya bîranîna salvegera Komkujiya Roboskê ku wê bi girseyî bê li dar xistin aşkere bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Serokê TTB'ê Erînç Sagkan jî wê tev li bîranînê bibin.    Li gundê Roboskê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk bombe barandin û di encama êrîşê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Bi minesebata salvegera Komkujiya Roboskê dê di 28’ê kanûnê de 34 kes bi girseyî bên bibîranîn. Bernameya bîranînê aşkere bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, parlamenterên herêmê yên HDP’ê û gelek sazî û rêxistinên sivîl û yên herêmê dê beşdarî bîranînê bibin.   Beriya bîranîna ku wê saet di 13:00'an de li ser Goristana Roboskê bê lidarxistin, dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi malbatên Roboskê re bicive. Hat ragihandin ku piştî hevdîtinê dê bi malbatan re biçin goristanê.