ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît 2022-12-26 14:42:18 AMED - Saziya Tiba Edlî carek din polîs Hakan Avci yê ku bi otobusa zirxî li endezyar Cîhan Can qeliband û ew kuşt “biqisûrê tam” dît.    Li semta Tesîslera Amedê di 27’ê kanûna 2019’an de polîs Hakan Avci otobusa zirxî ku diajot li endezyar Cîhan Can qeliband û ew di cih de kuşt. Têkildarî kuştina Can doz derbarê polîs de hat vekirin. Doza bûyerê didome. Di dozê de rapora ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hat xwestin, li dosyeyê hat zêdekirin.    ATK’ê li ser hûrguliyên bûyerê raporek nû amade kir. ATK di rapora xwe nû de dîsa polîs Hakan Avci “qisûrdarê sereke” dît û endezyar Cîhan Can jî “bêqisûr” dît.    Danişîna doza ku polîs Avci bi sûcdariya “bûye sedemê kuştina bizanebûn” li Dadgeha Amedê hat lidarxistin. Danişîn taloqî 6’ê sibata 2023’yan hat kirin.