Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin 2022-12-26 14:43:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bêrîvan Firat diyar kir ku beriya komkujiya li Parîsê ji bo li hemû sazî û komeleyên kurd bergirî bên girtin serî li Wezareta Karên Hundir û Waliyê Parîsê hatiye dayîn û got: “Eger serlêdan li ber çavan hatibûya girtin, ev komkujî pêk nedihat.”    Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) û Abdurrahman Kizil di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saînt Denîs a Strasboûrgê ya paytexta Fransa Parîsê de hatin qetilkirin. Dengvedana êrişê didome, bi çalakiyên tên kirin tê xwestin ku komkujiya 2’yemîn a li Parîsê qewimî were ronîkirin. Hat diyarkirin ku nûnerên saziyên kurd ên li Parîsê ji Waliyê Parîsê û hemû saziyên pêwendîdar re ragihandine ku ji bo çalakî û aktîvîteyên têkildarî Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê bên lidarxistin wê li hemû sazî û dezgehên kurdan civîn bên lidarxistin.    Berdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Têkiliyên Derve Bêrîvan Firat der barê serlêdan û hevdîtinên beriya 3 hefteyan ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên sazî û komeleyan de agahî dan. Firat, bi lêv kir ku têkildarî Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê di serî de Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji bo bergiriyên ewlehiyê li hemû sazî û komeleyên kurd bên wergirtin serlêdan kirine.    JI BO BERGIRIYÊN EWLEHIYÊ SERLÊDAN KIRIN    Firat, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Her tim êriş li saziyên me tên kirin. Ev êriş bi taybetî weke provokasyon, şikandin û tirsandin in. Me ev êriş ji saziyên fermî re ragihandin. Me ev êrîş, 3 hefte beriya komkujiya 2’yemîn a Parîsê hem bi belgeyên nivîskî hem jî bi hevdîtinên rû bi rû ragihand. Di van hevdîtinan de me agahî parve kir ku wê ji bo komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin û bi vê armancê civîn bên kirin. Me rast e rast ji Walitiya Parîsê re ragihand ku wê di 4-7-9’ê çileyê de çalakî bên lidarxistin. Heta me destura çalakiyên ku di van dîrokan de bên lidarxistin jî wergirt. Di vê çarçoveyê de me got wê civînên amadekariyê bên kirin û ev amadekarî li hemû saziyên kurdan bên kirin. Ji me re gotin ku wê ewlekarî bê girtin, lê heta niha tu tedbîr nehatine girtin.”   ‘SERLÊDAN LI BER ÇAVAN NEGIRTIN’   Firat, anî ziman ku piştî komkujiyê bi Wezîrê Dadê û Walîtiya Parîsê re hevdîtin kirine û ev tişt gotin: “Ji me re hat ragihandin ku tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê wê di vî warî de werin girtin. Heke hevdîtinên me yên berê li ber çavan bihata girtin, dibe ku komkujiyeke bi vî rengî neqewimîbûya. 3 hevalên me wê sax bûna. Duh careke din li Parîsê kurdekî din rastî êrîşeke faşîzan hat. Rewşa wî giran e, emeliyat bû. Jiyana wî di xeteriyê de ye. Yê ku vê dike ew gel e ku Erdogan û hikûmeta wî diparêzin. Nabe ku mirov van êrîşan weke êrîşên ji aliyê şexsekî ve tên kirin, bibînin. Yên ku van êrîşan pêk tînin, bi hêza ku ji polîtîkaya qirkirinê ya ku Erdogan û hikûmeta wî li dijî kurdan dimeşînin, van êrîşan pêk tînin.   Firat, anî ziman ku dizanin Komkujiya 2’yemîn a Parîsê ne nijadperest û cuda ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê êrîşê re civaka Kurd hedef hat girtin. Êrîşkar jî îtiraf kir. Wî bixwe got ku dixwaze kurdan bike hedef û bikuje. Ji bo vê jî divê lêpirsîn bi hemû rastiya xwe were eşkerekirin û di çarçoveya terorê de li ber çavan were girtin.”