Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn 2022-12-26 15:17:37   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 hevserokên DBP’î ku 4 roj in li Amedê di bin çavan de ne, li miduriyeta polîsan mafên xwe yê bêdengiyê bikaranîn.    Kirariyên îfadeyan ên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokên DBP’a Amedê Hayrettîn Altun û Seval Gulmez, Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek û Rabîa Aslan, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokên DBP’a Êlihê Rûken Onat û Bûrhan Eglentî ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 23’yê kanûnê de hatibûn binçavkirin yên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn.    Hevserokên di bin çavan de qebûl nekirin ku îfadeyê bidin miduriyeta polîsan û mafên xwe yên bêdengiyê bikaranîn. Tê payîn ku 15 siyasetmedarên ku kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn, wê sewqî edliyeyê bên kirin. Biryara veşartinê ya derbarê dosyaya siyasetmedarên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin de didome.