Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-12-26 15:45:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan.    DAIŞ'ê li taxa Dîrî ya Reqayê êrişî benda kontrolê kir. Hevserokê Komîteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Alî Heco diyar kir 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Alî Heco diyar kir piştî êrişê wan li taxê dest bi operasyoneke mezin kirine.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê hê derbarê êrişê de tu daxuyanî nedane.