Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan 2022-12-26 16:34:34   ENQERE - Di danişîna doza Hevseroka Giştî ya SES’ê û rêveberên wê de li gel ku beyanên şahidên veşarî û qeydên HTS’ê hatin pûçkirin jî lê rêveberên SES’ê nehatin berdan.    Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a girêdayî Konferdarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Selma Atabey û Hevseroka SES’ê ya berê Gonul Erden jî di nav de 8 rêveberên sendîkayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “rêvebertiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tên darizandin. Danişîna 4’emîn a dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Rêveber û endamên SES’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan beriya danişînê xwestin li ber edliyê daxuyanî bidin lê belê polîsan daxuyaniyê asteng kirin.    Selma Atabey û Gonul Erden ên girtî û Belkis Yurtsever, Erdal Turan, Ramazan Baş, Fîkret Çalagan ên negirtî li danişînê amade bûn. Rûna Temellî jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Bedriye Yorgûn jî ji ber nexweş bû tev li danişînê nebû. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.    Di danişînê de parêzeran û miwekîlên xwe parastina xwe kirin û beyanên şaidên navê wan eşkere û navên wan veşartî û qeydên HTS’ê pûç kirin. Tevî ku ev dane û belge hatin pûçkirin jî dadgehê biryar da ku girtina Atabey û Erden bidome û her wiha biryar da dema îmzeavêtina Erdal Tûran û Ramazan Taş bi dawî bibe û qedexeya derketina derveyî welat li ser wan bidome.    Dadgehê danişînek din taloqî 23’ê adarê kir.