Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-12-26 20:34:53     AMED - Yilmaz Yurek ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtigeha Akhîsara Manîsayê ya Tîpa T'yê derket.   Yilmaz Yurek ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 30 salan hat berdan.    Yurek îro 30 sal înfaza cezayê lê hatibû birîn temam kir û ji Girtîgeha Akhîsara Manîsayê ya Tîpa T'yê derket. Malbata Yurek ku ji Êlihê çû Akhîsatê, ew li ber deriyê girtîgehê bi çepik û tilîliyan pêşwazî kir.