Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da 2022-12-27 09:04:51   STENBOL - Rojnamevan Omer Çelîk, ji ber ku e-postayên elektronîk ên aîdî Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribû nûçe, hatibû girtin. Çelîk, têkildarî îşkenceya di binçavan de û cezayê lê hatiye birîn serî li AYM'yê da.    Agahiyên e-postaya elektronîk a Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak ji aliyê Redhackê ve hatibûn belavkirin. Piştî vê rojnamevanan jî ev agahî wekî nûçe belav kiribûn. Ji van rojnamevan Omer Çelîk, ji ber ku ev e-postayên elektronîk kiribûn nûçe, di 24'ê kanûna 2016'an de di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin. Çelîk û 5 rojnamevanên hatibûn binçavkirin, 24 rojan li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di binçavan de mabûn. Di dema binçavkirinê de îşkence li Çelîk hatibû kirin û hatibû biçûkxistin û bi nêzîkatiyeke xirab re rû bi rû mabû.    Têkildarî vê îşkenceyê parêzerên Çelîk serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dabûn, lê dadgeriyê serlêdana parêzeran nebersivandibû.   ÎDIANAME PIŞTÎ 6 MEHAN HAT AMADEKIRIN   Çelîk piştî 24 rojên di binçavan de di 17'ê çileya 2017'an de sewqî Edliyeya Stenbolê hatbû kirin. Çelîk li dozgeriyê tiştên pê dihatin tawanbarkirin red kiribû û gotibû ku tiştên pê tê tawanbarkirin di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de ne. Çelîk, paşê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 8'an a Stenbolê hatibû kirin û ji ber nûçeyên xwe yên din Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de û parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê. Îdianameya derbarê Çelîk de di 23'yê hezîrana 2017'an de hatibû amadekirin û Çelîk bi "propagandaya rêxistinê" hatibû tawanbarkirin.    SERÎ LI AYM'YÊ DA   Piştî ku îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 29'an a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin, danişîna ewil a dozê di 24'ê cotmeha 2017'an de hatibû lidarxistin û Çelîk di danişîna ewil de hatibû berdan. Lê di danişîna biryardayînê de ku di 31'ê kanûna 2021'ê de hatibû lidarxistin, bi îdiaya "bi awayekî derhiqûqî ketina pergala înformatîkê û bi awayekî derhiqûqî bidestxistina zanyariyên şexsî" salek û 8 meh ceza li Çelîk hatibû birîn. Piştî ku ceza di 17'ê mijdara 2022'yan de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Stenbolê ve hat qebûlkirin, Ozcan Kiliç, parêzerê rojnamevan Çelîk, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Di serlêdanê de îşkenceya li Çelîk hatiye kirin û cezayê lê hatiye birîn hatiye destnîşankirin û hatiye gotin ku ya li Çelîk hatiye kirin binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê ye.    MA / Mehmet Aslan