Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk 2022-12-27 09:05:54   STENBOL - Nûnerên rêxistinên elewiyan ku di Komxebata Elewiyan a Mezin de li hev kom bûn, destnîşan kirin ku daxwaza wan welatekî demokratîk û laîk û destûreke bingehîn a nû ye.    Bi biryarnameya ku bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 9'ê mijdarê de hat belavkirin, di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşî hat avakirin. Rêxistinên elewiyan ku bertek nîşanî vê "serokatiyê" dan, vê yekê wekî "qeyûmtiyê" wesifandin. Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) jî di nav de 7 rêxistinên elewiyan di 25'ê kanûnê de "Komxebata Elewiyan a Mezin" li dar xistin û daxwazên xwe yên hevpar eşkere kirin.    Nûnerên rêxistinên elewiyan, komxebata hat lidarxistin û daxwazên ku hatin eşkerekirin nirxandin.    ARSLAN: ME PÊNASE NEKIN   Serokê Giştî yê Federasyona Elewî-Bektaşî (ABF) Mûstafa Arslan, anî ziman ku bi salan e bi polîtîkayên cihêkar re rû bi rû ne û got ku desthilat bi vê serokatiya navbirî re dixwaze cardin elewîtiyê pênase bike. Arslan destnîşan kir ku sedema sereke ya vê helwestê "red û înakirin" e. Arslan wiha axivî: "AKP, 20 sal in ji bo li vî welatî elewiyan nebîne û nebihîse çi ji destan tê dike. Bi ser de jî radibe elewîtiyê hîn dike. Her ku elewî dibêjin 'Me pênase nekin', AKP bi rikdarî vê dike. Me di komxebata di 2009-2010'an de gotibû 'em li Tirkiyeyeke demokratîk û laîk hevwelatîbûnê dixwazin.' Osmanî û Selçûqî çi zilm anîbin serê elewiyan, AKP jî heman zilmê bi rêbazên cuda dike. Zarokên elewiyan di ezmûnan de puanine baş werdigirin, lê wan di mulaqatan de dihêlin."    BANGAWAZÎ   Arslan bilêv kir ku vê dewletê nikaribûye elewiyan bi komkujiyan û sirgûnan biqedîne û wiha got: "Elewîtî her tim hebû li vê axê û wê hebe. Li her derê Tirkiyeyê zilm heye. Bi sedan mirov di girtîgehan de ne, zilm li wan tê kirin. Em ji tevahiya dostên xwe û kesên ku bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin dibêjin, 'werin bibin yek.' Em mil bi mil bitêkoşin. Em ê vî welatî ji dînparêz û welatparêzan re nehêlin."    Arslan da zanîn ku ew li dijî hemû şeran radibin û doza aştiyê dikin. Arslan di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Aştî ji bo me bivênevê ye. Li vî welatî kurdan jî gelek êş kişandin. Li vî welatî roj tune ku hêsir nebarin û êş neyê kişandin. Em êrişa li Parîsê şermezar dikin. Me gelekî êşa wê ferasetê kişand. Li ku derê dibe bila bibe elewî dê li ber van êrişan rabin."    GEÇMEZ: KENDİ ÖRGÜTLERİNİ KURDULAR    Serokê Giştî yê Wefqa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin polîtîkayên detshilatê ne. Geçmez da zanîn ji ber van pirsgirêkan di komxebatekê de li hev kom bûne û got ku gelek rêxistinên elewiyan tevlî komxebatê bûne. Geçmez bal kişand ser sererastkirina qanûnê ku AKP'ê ew berpêşî meclîsê kiriye û vê yekê wekî xitimandina mesleeya elewîtiyê nirxand. Geçmez wiha axivî: "Elewî di serî de li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê rabûn ser pêyan û gotin 'ev lîstika osmaniyan e, em qebûl nakin.' Lê Erdogan rabû rêxistinên elewiyan ên nêzî xwe ava kirin. Tew li dor partiyeke ku tê gotin tiliya wê di Komkujiya Mereşê de ye, gelek elewî kom kirin û weqfeke bi navê Dewrêşên Xorasanê ava kirin."    Geçmez destnîşan kir ku desthilat dixwaze cemxwaneyan ji dest wan derxîne û wiha got: "Gava em dipirsin, 'hûn çima cemxaneyan qebûl nakin', dibêjin 'em heqê ceryan û ava wan didin, em meaşê dedeyan didin.' Ev çi bêdurûtî ye. Ma tiştekî wiha tê qebûlkirin?"    FIRAT: EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN   Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Celal Firat jî bilêv kir ku AKP dixwaze her kesî bişibîne xwe û got ku dê li ber van polîtîkayan serî netewînin. Firat wiha axivî: "Daxwazên elewiyan pir zelal in. Em dibêjin, 'em welatekî demokratîk û laîk dixwazin.' Li gorî AKP'ê û şirîkê wê, kî wekî wan nefikire 'terorîst' e. Qanûnekê tînin, lê tê de elewî tune ne. Li gor mantiqa 'me tiştek got, divê hûn li gor wê hereket bikin' tevdigerin."    Firat komkujiyên li Zîlanê, Madimak, Pirsûs û Roboskiyê bibîr xistin û bang kir ku demildest divê dest ji polîtîkayên şer bê berdan. Firat destnîşan kir ku divê dewlet û ev komkujî bi rûbarî hev bikevin û wiha got: "Bala we lê be, em tim behsa êşê dikin. Ma ev çarenûsa me ye? Êdî em behsa demokrasî û aştiyê bikin. Ger serokkomar rabe dirûşmeya 'dibe ku em ji nişkê ve bên' berz bike, ger ji sibê heya êvarî behsa netewebûyînê bike û hin kesan wekî hedef nîşan bide, nexwe di vir de problemek heye. Ên nikaribin fikrê hilberînin, dibin sedeam şeran. AKP jî ji bo girseya wê belav nebe vê yekê dike. Lê em ê bi rikdarî her tim bibêjin aştî. Helbet dê aştî bê vê axê. Em xwedî li hev derkevin."