Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan 2022-12-27 10:50:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameya 11 endamên HPG’ê ku di êrişa bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane, hatin eşkerekirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Di êrişan de bikaranîna çekên kîmyewî û çekên qedexe jî didome. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku 11 endamên HPG’ê di 5’ê mijdarê de di êrişên çekên kîmyewî de canê xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya di ANF’ê de hatiye weşandin, hat diyarkirin ku li gundê Saca yê bi ser herêma Zapê ve bi awayek zêde çekên kîmyewî hatine bikaranîn.    'ÊRIŞA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HAT BELGEKIRIN’    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî de li “Tunelên şer ên Şehîd Xursî” di 5’ê mijdarê de 11 endamên HPG’ê û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî li wê qadê hatine belgekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vê gavê guncav nabînin ku van dîmenan bi raya giştî re parve bikin. Em dikarin bidin saziyên pêwendîdar ên mijarê lêkolîn bikin û sûcên şer ên dewleta tirk piştrast bikin. Cihê ku ev hevrêyên me lê şehîd bûn nêzî gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya başûrê Kurdistanê ye û em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.”    Nasnameya kesên di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: "Mesut Eren (Ferman Kerîm), Xemgîn Şahînoglû (Sabrî Cîlo), Eylem Akgun (Jînda Serhed), Bawan Mihemed (Helmet Viyan), Ebid Ebdilah (Dilşêr Reqa), Canda Îsmaîl (Adar Çiya), Yunus Alkan (Harûn Firat), Pervîn Muhammed (Arvîn Tolhildan), Îsmaîl Çelîk (Azad Pirsûs), Silvana Mihemed (Hêvî Welat) û Îsa Kurtay (Sefkan Adar)"   BERÊ JÎ NAVÊ 17 KESAN HATIBÛ EŞKEREKIRIN    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 18’ê cotmehê de jî daxuyaniyek dabû û nasnameya 17 endamên xwe ku di êrişên çekên kîmyewî yên di meha tebax, îlon û cotmehê de pêk hatine jiyana xwe ji dest dane eşkere kiribû.    Her wiha HPG’ê di heman daxuyaniyê de gotibû ku 27 endamên wan jî di dîrokên cuda de bi heman êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane.