Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir 2022-12-27 12:20:06 ÎZMÎR - Ji dehan parêzer û temaşevanên xwedî belgeyên destûrê yên ji bo doza Denîz Poyraz hatin Kampusa Girtîgeha Alîagayê re, destûr nayê dayîn.     Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin dê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre were lidarxistin. Lê belê şandeya dadgehê biryara xwe ya nehiştina parêzerên bi belgeyên destûrdayînê ya beriya rûniştina 6’emîn ku nekevin hundir dabû didomîne.    Parêzerên bi belgeyên destûrê nagirin hundir, parêzerên dozê ku dixwazin bi şandeyê re hevditinê bikin jî li ber eywana danişînê tên rawestandin. Li Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan û parêzerên dozê ku xwestin bi şandeya dadgehê re hevdîtinê bikin lêgerîna tazî hate ferzkirin. Parêzerên ku nehiştin bi telefon û komputeran derbasî eywanê bibin, hate xwestin ku bêyî ku deng ji cihazê x-rayê derkeve parêzer derbas bibin. Parêzerên ku ev yek qebûl nekirin û parêzerên hewl didin bikevin kampusê hêj jî disekinin.