Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin 2022-12-27 12:31:44   STENBOL - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di civîna UKOME’yê de heqê rê biha kir.    Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) civîn li dar xist. Di civînê de biryara bihakirina heqê rê hat girtin. Ji sedî 29,10 heqê rêya veguhestina komî û texsiyan hat biharkirin. Ji sedî 19,95 jî heqê rê yê serwîsan hat biharkirin.    Bi vê biryara bihakirinê re, bilêtê tam ji 7,67 lîreyan derket 9.90 lîreyan. Bilêtê bo xwendekaran jî ji 3.74 lîreyan derket 4.83 lîreyan. Heqê texsiyan ê siwarbûn-peyabûnê jî ji 28 lîreyan derket 40 lîreyan. Serê kîlometreya texsiyan ji 6,30 lîreyan derket 8,51 lîreyî.