Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin 2022-12-27 15:22:15   ENQERE - Di doza Qetlîama Gara Enqereyê de hat xwestin ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag werin guhdarîkirin û derbarê wan de gilî bê kirin.    Li ber Gara Enqereyê di 10’ê Comteha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” teqînek xwekuj pêk anîbû û di encama êrişî de 103 kesan canê xwe ji dest dabû. Danişîna 18’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.  Erman Ekîncî, Îbrahîm Mûrat Akca, Talha Guneş, Haci Alî Dûrmaz û Resûl Demîr yên DAIŞ’ê ku bersûcên dozê ne bi Rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin.    Gelek parêzer, malbatên qurbaniyan, nûnerên KESK, DÎSK, ÎHD, rêveberên partiyên siyasî beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan û xwendina belgeyan dest pê kir.    Di danişînê de bi hêceta vekişandina ji dozê, parastina parêzerê Erman Ekîncî nehat girtin.    Parêzerên dozê parastin kirin û xwestin Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag werin guhdarîkirin û derbarê wan de gilî bê kirin.    Heyeta dadgehê derbarê besûcan de dewama girtinê da û her wiha biryara muzakereyên bo Wezareta Dadê hatine nivîsandin bên sekinandin û ji bo krokiya qada teqînê bê kirin da. Heyeta dadgehê bi hêceta ku qonaxa ku dosye gihîştiyê daxwaza vekolînê ya parêzeran red kir û danişînê taloqî 23’ê adarê kir.