Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn 2022-12-27 16:36:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê duh li dijî hin qadên herêmên Metîna, Zap û Avaşînê du caran êrişa çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bikar aniye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Hat diyarkirin ku di êrişan de bikaranîna çekên kîmyewî û çekên qedexe jî didome. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de hatiye weşandin, Tirkiyeyê roja 26’ê kanûnê du caran li dijî gerîlayan bombeyên qedexekirî û çekên kimyasal bikar aniye.    Her wiha hat destnîşankirin ku 9 caran bi balafirên şer û bi dehan car obüs, tank û çekên giran gelek deveran bombebaran kiriye.