Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e 2022-12-27 16:37:46   AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di serdana gundê Kabê yê navçeya Sûra Amedê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û got: “Ne tene kesek li Îmraliyê tê tecrîd kirin, hemû gele kurd di bin tecrîdê de ye. Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD, Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk serdanên xwe yên gel ên li Amedê didomîne. Şandeya ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP'ê pêk dihat îro li navçeyên, Xana Axpar, Sûr, Pîran, Pasûr, Hezro, Rezan bi welatiyan re hatin gelhev. Şande dê heta 2'yê mehê serdanên xwe bidomînin.   SÛR   Di çarçoveya serdanan de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, endamên HDP'ê û Partiya Çep a Kesk û şandeya li gel wan serdana gundê Kabê ya navçeya Sûrê kir. Gundiyan şande pêşwazî kir. Berdan Ozturk û şandeya pê re bi gundiyan re li qahwexaneyê civiyan. Ozturk li vir axivî û anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê li dijî çand, ziman û erdnîgariya kurdan êriş hene û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bi her awayî êrişî kurdan dike. Êrişî nasname, çand û zimanê kurdan dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê îro li Başûrê Kurdistanê li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tînin.”   ‘DIVÊ EM SEKNA XWE LI DIJÎ TECRÎDE NÎŞAN BIDIN’   Bi domdarî Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û ev tişt anin ziman: “Birêz Ocalan li dijî pergala kapîtalîzmê digot bêyî vê pergalê tu alternatîf tune ye ji bo hemû gelan pergaleke nû ava kir. Niha ew pergal Rojava bi rê ve dibe. Niha Rojava di dile dewleta tirk de kuleke mezin e. Îro Tirkiye êrişî Rojava dike ku destkêftiyên kurdan têk bibe. Bingeha şoreşa Rojava jî fikir û ramanên Birêz Ocalan in. Birêz Ocalan bi paradigmaya xwe pêşiya gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn, yên bindest û hemû cihanê vekir. Îro tecrîda li ser Birêz Ocalan jî sedema fikir û ramanên wî ye. Tecrîd ne tenê sepana dewleta tirk e. Ya dewletên navneteweyî ye. Dewleta tirk gardiyaniya tecrîdê dike. Dewletên Ewropa, Amerîka û Îsraîl van sepanên tecrîdê dimeşîne. Bingeha şer û êrişên li dijî kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Dema mijar dibe kurd û Birêz Ocalan dewlet hemû qanûnên xwe bin pê dike. Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin, ev yek di tu qanûnên wan de jî tune ne. Partiyên muxalîf ku qala demokrasî û hiqûqê dikin dema mijar dibe tecrîda li ser Birêz Ocalan piştgiriyê didin desthilata AKP’ê û MHP’ê. Dema mijar dibe kurd ew jî wekî desthilatê tevdigerin. Yê ku îro li Îmraliyê tê tecrîd kirin ne keseke, gelê kurd gelek caran bi çalakiyên xwe nîşan daye ku birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Ji ber wê hemû gelê kurd li Îmraliyê tê tecrîd kirin. Ji ber wê divê em weke gelê kurd bi çalakî û bertekan sekna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin.”   ‘BI GIRTIN Û ÊRIŞAN NIKARIN TU ENCAMÊ BIGIRIN’   Ozturk, bêdengbûna partiyên muxalîf a li dijî tecrîd û êrişên li dijî kurdan wiha rexne kir: “Partiyên muxalîf ji bo Stenbolê qala demokrasiye dikin lê li Bakurê Kurdistanê dest danîne ser gelek şeredariyên kurdan, qeyûm tayîn kirine lê dema mijar dibe şeredariyên kurd bêdeng in. Di Meclise de biryara şerê li dijî kurdan derdixin, partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalîf in jî piştgiriyê didin. Zarokên me qetil dikin, çekên kîmyewî bikartînin, partiyên muxalîf li çepikan dixin.”    Ozturk, derbarê êrişên dawî yên li dijî DBP'ê û girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayretîn Altûn de jî destnîşan kir ku bi êrişên li dijî siyaseta kurd nikarin tu encaman bi dest bixin û got: “Hevserokê DBP'ê yê giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Sedem dijminatiya li dijî kurdan û bêtehamuliya siyaseta kurd e. Gelek caran êrişî siyaseta kurd û şeredariyên kurd kirin lê tu encam negirtin. Lê îro kurd xwedî hêz in, bêyî kurdan tu kes nikarê gav biavejê.”   ‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN BIRÊZ OCALAN E’   Ozturk, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî pewîstî bi hevdîtina bi Ocalan re heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em rê nîşan didin, dibêjin Rûsya û Amerîka ji we re nabin çare, çareseriya pirsgirêkan Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê şexseke vîna mîlyonan e. Di dema komploya navneteweyî de gelê kurd bi bertekên xwe ev yek nîşan daye. Çareseriya pirsgirêka gelê kurd birêz Ocalan e, bila bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin û tecrîdê rakin. Heke pirsgirêka kurd çareser bibe, mafê mirovan, aborî, demokrasî û hiqûq jî wê pêşbikeve.”   Piştî axaftina Ozturk welatiyan dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” berzkirin û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.    PASÛR   Şandeyek jî li qehwexanêyên navçeya Pasûrê bi gel re civiya. Şandeya ji Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Fatîh Taş, Rêxistina HDP'a Pasûrê, rêveberên Partiya Çep a Kesk pêk dihat û gelek welatî tev li civînê bûn. Şêniyên navçeyê bi kelecanî şandeya HDP'ê pêşwazîkirin.   Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axaftinek kurt kir. Ceylan di destpêka axaftina xwe de yên ku bêşdar bûne silav kirin û wiha got: "Heya niha her çiqas eriş li ser partiya me hatine meşandin jî gelê me tu caran em bi tenê nehiştine.   Ceylan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "AKP û MHP ji ber ku kurdan tûne bike ev 7 sal in tiştek nema ku ne anî serê kurdan. Navê wê jî kirin plana çokdanînê. Lê yên têk çûn ew in ne kurd in. Heq, hiqûq û edelet ji holê rakirin. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi Birêz Ocalan re wê demê hevdîtin pêk hatin, di nava civakê de heviya aştiyê mezin dibû. Lê di dema Dolmabaxçeyê de maseya aştiyê hat xerakirin û pişt re li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran dan  dest pê kirin. Di heman demê de şer jî da dest pê kirin. Her ku diçe tecrîd giran kirin, girêdayî vê di nava civakê de aştî ji holê rakirin. Ev tecrîd hatiye asteke wîsa êdî li ser civakê bandor dike, aborî û siyaset daye xetimandin."   Ceylan, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina 2023'an û axaftina xwe wiha qedand: "Êdî tiştekî ku AKP û MHP bide civakê nemaye. Ev hilbijartin pir girîng e ku em şerên wan yê qirêj teşîr bikin. Ev hilbijartin dê bibe têk çûna wan. Serkeftin ya siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê mal bi mal, tax bi tax, em xwe bi rêxistin dikin. Aştiyek birûmet bînin. Ev hêza me jî heye."   XANA AXPAR   Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temelî, bi şandeyekê serdana navçeya Xana Axpar a Amedê kirin. Temellî li navçeyê bi gel re hat cemhev û li wir axivî. Temellî balkişand ser Rêya 3’yemîn û wiha got: “Rêya 3’yemîn ji bo civakê hevî ye. Divê em edî xwe ji tiştên ku ew wekî qederê peşkeşî me dikin xwe xilas bikin. Divê ev pergal bê guhertin.”   HEZRO   Parlamentera HDP’a Amedê Remziyê Tosûn jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Hezroyê kir. Şande li Hezroyê ji aliye welatiyan ve bi coş hate pêşwazî kirin. Şandeyê pirsgirêkên gel guhdar kir û bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkên civakê HDP ye.    PÎRAN     Hevseroka HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Pîranê kirin. Şande li navçeyê bi welatiyan re hate gel hev û pirsgirêk, gilî û gazînên civakî guhdar kirin.    REZAN   Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û şandeya li gel wî jî serdana welatiyên navçeya Rezan a Amedê kirin. Li wir jî şande bi gel re axivî û pirsgirêkên gel guhdar kirin.