Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe 2022-12-28 09:07:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya rojavayê Kurdistanê Lolav Qamişlo diyar kir ku wan ji NY’yê kiriye ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe û bide sekinandin û daxwaz kirine ku her cûre mafên li herêmê werin mîsogerkirin û Tirkiye bê cezakirin.  Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê mehek li pey xwe hiştin. Navenda Dîplomasiya Civakî ya li Rojava nameyeke bi îmzeya 300 rewşenbîr û saziyên ji 29 welatên cuda pêk tên ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şandin û xwestin êrişên Tirkiyeyê bên sekinandin.    Endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lolav Qamişlo li ser armanca daxwaznameya bo NY’yê şandine ji ajansa me re axivî.    'DIVÊ NY ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE'    Qamişlo qala naverok û armanca daxwaznameya bi îmzeya 300 hunermendî ji Sekreteriya NY’yê re şandine kir û wiha got: “Di 20’ê mijdara 2022’yan de êrişên hovane ji aliyê dewleta tirk ve dest pê kirin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev êriş vê carê bi rengekî zelal sivîl û saziyên civakî yên bingihîn hedef girtin. Mîna cihê genim ku dibe sedem di birçîkirina miletên heremê bi giştî, karkerên sivîl, cihê sotemeniyê û petrole û elektrîkê, armanca wan ji van êrişan xuya bû ku dixwazin civaka sivîl qels bikin. Lewma em jî weke civaka sivîl me biryar da li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Navenda dîplomasiya civakî û 17 saziyên din ji civaka sivîl me dest bi kampanya îmzeyan kir da ku mohra me bigîhîje civakên sivîl li dewletên derve û helwestê wan jî bên diyar kirin ku dijî van êrişan e. Û daxwaza wan jî heye NY zaxtekê bikê da ku ev êriş werin rawestandin. Armanca me ji rêkirina vê namê ji NY’yê re ew e ku bi erka xwe rabe û helwestên xwe li dijî van sûcên şerê dewleta tirk bide nîşandan.”    'DIVÊ NY BÊDENG NEMÎNE'     Qamişlo da zanîn ku wan daxwaznameya xwe ji hemû saziyên girêdayî NY’yê re şandin û da ku mafên mirovan li herêmê bê parastin.   Qamişlo da zanîn ku ew ji NY’yê li benda wan bersivan e ku li dijî sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bêdeng nemîne û li dijî van bikin nava tevgerê. Qamişlo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê bedelên giran û pîroz dan û divê NY jî viya li ber çavên xwe bigire. Qamişlo anî ziman ku ji ber berjewendiyên qada navnewletî di van dewletên cîran de heye ku dengê xwe nakin.    Qamişlo bi bîr xist ku ya girîng ew e ku nameya wan gihîştibe ber destê NY’yê û dibe ku bersiv dereng bikeve lê ew ê di her warî de pêwendiyên xwe yên bi dîplomasiya civakî bi milet û civakên cîhanê re her berdewam û xurttir bikin. Qamişlo got armanca wan ew e ku civaka sivîl bixin tevgerê û zextê li dewletan bikin da bes êriş li ser xelkê wan û herêma wan bê kirin.    Qamişlo destnîşan kir ku ew bang li civak û dewletan dikin ku sûcên şer yên Tirkiyeyê yek bi yek tespît bikin û ceza li wan bisepînin.    MA / Mujdat Can