Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin 2022-12-28 09:44:32   ÊLIH - Welatiyên êlihî ku beşdarî mitînga HDP'ê bûn bertek nîşanî êrişên dawî yên li dijî siyaseta kurd pêk hatin dan û gotin: “Çiqas êriş bikin jî siyaseta kurd serî natewîne. Gelê kurd wê di hilbijartinê de vê desthilata faşîşt hilweşînin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 25’ê kanûnê de li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mîtînga, “Ji şer û Xîzaniyê re na” li dar xist. Gelek welatiyên êlihî jî beşdarî mîtîngê bûn. Me jî mikrofona xwe dirêjî welatiyên ku beşdarî mîtîngê bibûn kir. Welatiyan derbarê êriş, binçavkirin, girtinên dawî yên li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk hatin de axivîn.   Welatiyê bi navê Mehmet Alî Tokyildiz bi lêv kir ku êrişên li dijî siyaseta kurd nagihijin armanca xwe û got: “Ji salên 90’î heta îro li dijî, HADEP, DEP û gelek partiyên kurd ku êriş pêkhatin lê tu êrişan nekarî siyaseta kurd têk bibe. Weke gelê kurd me tu car serî netewand û em ê tu car serî netewînin. Ew zext û tundiyên niha ku pêktên jî nikarin HDP'ê û siyaseta kurd têk bibin. Sedema êrişên dawî jî têkçuyina desthilatê ye, ew jî dibînin ku dê têk biçin êrişî siyaseta kurd dikin.”   ‘BI ÊRIŞAN NIKARIN ME BITIRSÎNIN’   Welatiyê bi navê Mehmet Demîr jî bal kişand ser serdegirtinên avahiyên DBP'ê û binçavkirinan û ev tişt anîn ziman: “Çend roj berê bi ser avahiyên DBP'ê yên li gelek bajaran de girtin. Lê bi wan êriş, binçavkirin û girtinan tu kes ji wan natirse. Ev mîtînga HDP'ê ku îro li Êlihê tê li darxistin û bi çoşek mezin gel beşdarî mîtîngê dibe jî nîşana vê yekê ye.  Em hertim li qadan bûn em dê hertim jî li qadan bin. Em doza mafê xwe dikin û tu carî ji êrişan natirsin.”   ‘EM Ê HERTIM LI BER XWE BIDIN’   Welatiyê bi navê Emrûllah Oytaş jî destnîşan kir ku bi zext û êrişan nikarin tu encamekê bi dest bixin û wiha got: “Çiqas êriş bikin jî siyaseta kurd serî natewîne. Bila girseya ku li vir kom bûne binêrin, wê deme dê bibînin.  Ew gel dê rojek azad bibe. Em weke kurd wan êrişên li dijî siyaseta kurd jî şermezar dikin. Em ê hertim jî li ber xwe bidin û em dê bi ser jî bikevin.”   ‘SERKEFTIN YA ME YE’   Welatiyê bi navê Emîn Ay jî bal kişand ser polîtikayên dewletê yên şer û êrişên li dijî siyaseta kurd û wiha  axivî: “Desthilata faşîşt êrişî destkêftiyên kurdan û gelê kurd dike. Li ser qetilkirina kurdan desthilata xwe dirêj dike. Lê di hilbijartinê de kurd dê ji vê desthilatê hesab bipirse. Li dijî kurdan êrişên, siyasî çandî, xwezayî û fîzîkî pêk tên.  Herî dawî jî bi ser avahiyên DBP'ê de girtin û operesyonek li dijî hevserokê DBP’ê giştî Keskîn Bayindir pêkanîn û hevserokên 14 bajaran rehîn girtin. Li Parîsa Fransayê jî di heman demê de li dijî kurdan komkujiyek pêk hat. Di salvegera komkujiya 2013’an de ev yek çêbû ew jî balkeş bû. Bi vê qetlîamê xwestin peyamekê bidin kurdan û dostên kurdan. Ji kurdan re gotin, hûn li ku dere dinyayê bin jî heke hûn kurd bin para we qetil kirin e. Lê tevî vê yekê jî kurd xwedî li nirxên xwe derdikevin û em bawerin kurd wê di hilbijartinê de vê desthilata faşîşt hilweşînin. Serkeftin ya me ye.”   ‘DEMA MIJAR DIBE KURD PARTIYÊN MUXALÎF JÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN’   Welatiyê bi navê Yahya Tîryakî jî bi lêv kir ku bi salan e dewlet li dijî kurdan polîtikayên zext û tundiyê pêktîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala ku kurdan tune dihesibîne me rêvedibe. Ji bo tunekirina kurdan hemû polîtikayên qirkirine li dijî siyaseta kurd bikartînin. Partiyên çepgir û yên muxalîf jî dema mijar dibe kurd piştgiriyê didin desthilatê. Tevî ku di qanûnên wan de tune ye jî qeyyuman diavejin ser şeredariyên me û parlamenter û hevşeredaran diavêjin girtîgehê.”   MA / Mahmût Altintaş