Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn 2022-12-28 11:11:49 ŞIRNEX - Qurbaniyên Roboskiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di merasîma bîranîna qurbaniyan de destnîşan kir ku heta kujer û yên ferman dane hesab bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.  Balafirên artêşa tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li ser sînorê gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve bomberan kirin û 19 jê zarok 34 qurbaniyên ji gundê Roboskî qetil kirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 11’emîn de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Beriya bîranîna li derdor Goristana Roboskî û tevahiya gund leşker hatin bicihkirin. Ji bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê şande hatin gund û serdana malbatan kirin. Malbat jî wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin vekirin û derbasî ser goristanê bûn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenterên HDP, CHP’ê û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn. Girseyek qelebalix li Goristanê kom bû û wek her salê dîsa xemgînî xwe li goristanê da der. Girseyê bê navber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.   Di bîranînê de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li serê bû û nivîsa “Me Roboskî ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin” hat vekirin û ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştre beşdar axivîn û peyamên xwe parve kirin.    ‘LI ENQEREYÊ BETON RIJANDIN SER KOMKUJIYÊ’    Ji malbatên Roboskiyê Zekî Tosûn axivî û destnîşan kir ku Roboskî cihek biçûk e û dewletê edalet neanî vî gundî. Tosûn anî ziman ku rêya aştî û aramiyê di Roboskiyê re derbas dibe û ev yek jî bi temînkirina edaletê pêkan e. Tosûn got ew daxwaz dikin ku berpirsiyar werin eşkerkirin.    Hevserokê HDP’a Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku birayê wî û xizmên wî hatin qetilkirin jî behsa 11 salên bêedalet kir û got: “Serokkomar Erdogan gotibû ku ew ê nehêlin komkujî li Enqereyê were veşartin. Lê îro Enqereyê betonê rijand ser komkujiyê.”    ‘ÎKTIDAR KOMKUJIYÊ DIPARÊZE’    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz jî diyar kir ku xeyalên her yek ji qurbaniyan hatin qetilkirin û berê jî li Şirnexê qetlîamên bi vî rengî hatin kirin. Dîlsîz got çawa ku qetlîamên din hatin parastin, qetlîama Roboskî jî ji aliyê îktidarê ve hat parastin û ne 11 sal heke 100 sal jî bi ser komkujiyê re derbas bibe ew ê têbikoşin da ku berpirsiyarên komkujiyê hesab bidin.    ‘PARA ME HEMÛYAN HEYE’    Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku her cara ew tê Roboskî ji şerma nikarin li rûyê Malbatên Roboskiyê binêrin û wiha got: “Ji bo ku edalet pêk nehat û nehat temînkirin em hemû berpirsiyar in. Di kêmnekirina êşê de para me hemûyan heye. Yên ku digotin ‘em ê nehêlin komkujî li Enqereyê bê veşartin’ xwedî li soza xwe derneketin. Îro li Enqereyê ser qetlîamê hatiye girtin. Ji bo kujer derkevin holê û berpirsiyar bên darizandin çi ji destê me were em ê bikin.”    ‘GUHÊN XWE GIRTIN E’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku 100 sal in li ser kurdan qetlîam pêk tên û ji bo van qetlîaman polîtîkaya bêcezahiştinê ketiye dewrê û wiha got: “Her ku em tînin ziman, ew guhên xwe digirin. Lê bila her kes viya baş bizanibe em ê têbikoşin. Ez bang li hemû rêveberên dewletê û hiqûqnasan dikim, heke ku hûn me li vî welatî hemwelatî qebûl dikin, ji bo tesîskirina edaletê ya li gorî qanûna xwe ya bingehîn çi ji destê we tê bikin.”    Serokê Baroya Êlihê û ji parêzerên malbatan Erkan Şenses jî têkildarî dosyeya qetlîamê agahî parve kirin û bang li darazê kir ku ji bo dosyeyê bikevin tevgerê da ku ji nûve doz bê destpêkirin.    ‘HEVHELALKIRIN TÊRÊ NAKE’    Endama Desteya Rêveberiya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî anî ziman ku tenê hevhelalkirin têrê nake û got: “Em ê hesabê vê qetlaîamê bipirsin.”    Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî got êşa malbatan êşa wan e û ew li ser navê partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê soz didin ku wê têbikoşin û ew ê hesabê Komkujiya Roboskî ji îktidarê bipirsin.    ‘EM Ê EDALETÊ PÊK BÎNIN’    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî bal kişand ser nêzîkatiya îktidarê ya li komkujiyê û got: “Rayedarên serfermandariya giştî yên wê demê û rayedarên îktidarê yên wê demê faîlên qetlîamê ne. Çi dibe bila bibe em ê hesab ji kujeran bipirsin û em soz didin ku edaletê pêk bînin.”    ‘TENÊ EDALET Û WÎJDAN LI HOLÊ TUNE YE’    Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan destnîşan kir ku li gel 11 sal derbas bûn jî lêpirsînek bibandor nehatiye kirin, kujer nehatine eşkerekirin û niximandina ser qetlîamê şermek mezin a Tirkiyeyê ye û wiha got: “Roboskî birînek kûr e. 11 sal in tenê wêne di destê malbatên me de mane. Hêsiran ji çavê wan dibarînin. Yên ku ferman dan, yên ku qetlîamê kirin hemû diyar in û tên zanîn. Tiştek  tenê li holê nîne edalet, hiqûq û bêwîjdaniya rêveberên welat. Em bi zîhniyetek qetlîamker re rûbirû ne, divê ku ew hesab bidin lê radibin êrişî malbatan û yên ku hesab dipirsin dikin.”    ‘ŞIMAQ Û BOMBEYÊN HATIN BARANDIN HEMAN ZÎHNIYET E’    Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Li şûna ku kujeran derxin holê û hesab bidin, malbatên me Roboskiyê didarizînin û diavêjin zindanan. Li naverasta Stenbolê êrişî Ferhat Encû dikin û şimaq lê didin. Ev şimaq di heman demê de li sekna gelê kurd hatiye xistin. Ev şimaq di heman demê de li nasnameya gelê kurd hatiye xistin. Ev zîhniyeta ku şimaqê diavêje û zîhniyeta ku bombeyan li ser 34 welatiyên me barandin heman zîhniyet e. Heke tu li vî welatî kurd bî, edaletê bixwazî, dibêjî ku demokrasî bila bê, her tim bi bêdaletiyê û bi bêhiqûqiyan re rûbirû dimînî. Li vî welatî hiqûq û yasa ji bo kurdan tune ye. Dema kurd û dozên xwe dibin mijara gotinê, hiqûq û yasa berovajî tên sepandin.   HETA KU KUJER HESAB BIDIN…     Ji qetilkirina Denîz Poyraz a duh li Îzmîrê tenê berpirsyarek hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. Lê hêzên li pişt kujer, yên ku ferman dane û fînanse kirine bi tu awayî nehatin darizandin û eşkerekirin, tenê bi cezakirina kesekî hewl tê dayîn doz bê girtin. Ew qetlîam tenê nebi kujerekî hatiye kirin. Li pişt wê cînayetê hin navend û hêz hene. Lê îro em dibînin ku li Roboskî, di doza Denîz Poyraz û doza malbata Dedeogullari de di hemû qetlîaman de heman tişt tên kirin û heman rêbazan dixin dewrê. Kesek tê cezakirin, hewl tê dayîn ser dozan ango qetlîaman bê girtin. Em soz didin malbatên xwe; ev doz li vir bi dawî nabe! Heta ku hesab ji berpirsyarên vê qetlîamê neyê pirsîn, bi taybetî jî yên ku ev talîmat dane, wê têkoşîna me li dijî wan berdewam bike.   HETA EDALET PÊK NEYÊ WÊ BIRÎN JÎ BÊDERMAN BIMÎNIN    Ev êş êşa me hemûyan e. Ev birîn birîna me hemûyan e. Heta ku edalet pêk neyê wê ev birîn jî bêderman bimîne. Ez carek dixwazim destnîşan bikim ku em bi malbatên xwe û gelê xwe re ne û em ê ji bo we têbikoşin. Ev lêgerîna edaletê û ev qêrîn a me hemûyan e. Hûn ne bi tenê ne. Li pey we bi milyonan kes, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hene. Ez ji me hemûyan re sersaxî û sebrê dixwazim. Ez destên malbatên me maçî dikim û ez qurbaniyan yek bi yek bi bîr tînim.”    KULÎLKAN DANÎN SER GORAN    Piştî axaftinan beşdaran û malbatan kulîlkan danîn ser gorên qurbaniyan û dia hatin xwendin. Beşdaran paşê ji malbatan re yek bi yek sersaxî xwestin.