Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin 2022-12-28 11:44:49     ENQERE - HDP’a ku bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî li rêyên ku Komar bi demokrasiyê re hevrû bibe digere, Konferansa Komara Demokratîk ku rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen wê tevkariyê lê bikin dê di 4 û 5’ê Sibata 2023'an li Stenbolê li dar bixe.   Tirkiyeya ku xwe amade dike bikeve sedsala duyemîn a komarê di navbeyneke dîrokî de ku şer û gelek qeyran kûr dibin, sîstema kurewî ya cîhanê û herêmê ji nû ve tê nîqaşkirin û polîtîkaya damezrîner di meriyetê de ye, hatiye ber pêvajoyeke pir krîtîk. Her ku diçe krîza piralî ya li welat kûr dibe, desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ya ku mûxalîf û hêzên demokrasiyê dike hedef, bi sepanînên zordar û otorîter dijberiyê zêde dike û dijminatiya di navbera gelan de didomîne. Di encama van polîtîkayên desthilatê de krîzên piralî û bi taybetî jî pirsgirêka kurd ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye, hatiye asteke ku nikarin ji nav derkevin.    BERPIRSYARTIYA DÎROKÎ YA HDP’Ê     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku li dijî înkar û îmhaya Kurdan a sed sal in li welat berdewam dike, di sedsala duyemîn de ji bo komara demokratîk konferansekê li dar bixe. Dîroka konferansa ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê de ku di 10’ê mijdarê de pêk hat de biryar hat girtin, hat diyarkirin. Konferansa ku wê di 4-5’ê Sibata 2023’yan de li Stenbolê bê lidarxistin, wê li ser “Di sedsala duyemîn de Tirkiyeyeke çawa” bê sekinandin. HDP, ji bo berpirsyariya xwe ya dîrokî ya di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de bi cih bîne, di konferansê de ku hêzên ked, azadî û demokrasiyê wê tev li bibin û daxwazên xwe bi dengekî bilind bi lêv bikin, dikeve nava liv û tevgerê.   DÊ LI RÊYÊN DEMOKRASIYÊ BÊN GERÎN    Di konferansa ku wê hunermend, gel, çand, komên baweriyan, rêxistinên kedê, odeyên pîşeyî û sendîka, rêxistinên jinan, ekolojîst, astengdar, saziyên ciwanan, hêzên têkoşîna civakî û siyasî jî di nav de bi sedan beşdar bibin de, wê bi tevkariya nêzî 50 rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan Komara Demokratîk bê nîqaşkirin. Bi konferansê re, ku wê mijarên weke demokrasiya herêmî, aboriyeke demokratîk, destûreke bingehîn a nû ya demokratîk, neteweya demokratîk, rizgariya jinê û zayendiya civakî bi rengekî xurt bên nîqaşkirin, wê ji bo komara ku nêzî 100 sal in bi demokrasiyê re hevrû nebûye, dê li rêyên ku Komar bi demokrasiyê re hevrû bibe bên gerîn.   MA / Ozgur Paksoy