Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin 2022-12-28 11:45:42 ÎZMÎR - Ji parêzerên doza Denîz Poyraz Abdulmecît Yildirim bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Ev dosye jî kiryar nediyar hat hiştin. Dibe ku dosyeyê girtibin lê wê têkoşîna me berdewam bike.”    Li bajarê Îzmîrê di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujer Onûr Gencer li hundirê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr êrişa çekdarî pêk anîbû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Di danişîna 7’emîn a doza ku kujer jê dihat darizandin, 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê duh biryara dozê da û cezayê heta hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê hefsê li kujer Gencer birî.     Danişîn ango darizandina ewil di 29’ê kanûna 2021’an de dest pê kir û ji roja darizandin dest pê kir heta roja biryarê jibo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyraz û parêzeran a ku ji bo hêzên pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Dadgeha ku daxwazên kujer qebûl kir lê daxwazên malbat û parêzeran red kir.    Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê cotmeha 2022’yan de hat lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hat guhertin. Serokê dadgehê yê nû hê li ser qoltixa dadgehê rûneniştibû hemû daxwazên parêzeran red kir û destûr neda ku parêzerên bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin.    HER TIM PARÊZER HATIN ASTENGKIRIN    Di danişîna 6’emîn de ku 14’ê cotmeha 2022’yan hat lidarxistin helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherî û danişînê bêparêzer da destpêkirin û destûr neda parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dan û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kir.    Di danişîna duh ango 27’ê kanûnê hat lidarxistin de heyeta dadgehê bêparêzeran danişînê bi rê ve bir û biryara dozê da.    ‘ME DIZANIBÛ WÊ EV BIRYAR BÊ DAYÎN’   Ji parêzerên dozê Abdulmecît Yildirim doza ku biryara wê hat dayîn nirxand û destnîşan kir ku wan dizanibû ku dozek li hundirê girtîgehê bê lidarxistin wê edalet jê dernekeve û got: “Li welat ne cînayetek polîtîk a ewil e. Dema em li raboriya welat dinêrin tije cînayet ango dozên polîtîk hene. Çawa ku karûbarên binçavkirin û girtina kujer demek kin dom kir, bi awayî ceza birîn jî bi demek kin dom kir. Me wek parêzerên dozê ji çapemeniyê hîn bûn ku cezayê heta hetayê yê girankirî li kujer birine. Jixwe me dizanibû wê ev ceza were dayîn. Lê belê bi cezakirina bersûc ev dosye çareser nabe.”    'TÊKOŞÎNA ME WÊ BERDEWAM BIKE’    Yildirim destnîşan kir ku li gorî reqamên fermî li Tirkiyeyê 17 hezar bûyer ango cînayetên “kiryar nediyar” qewimîne û got: “Bi vê biryara dadgehê re dosyeya doza Denîz Poyraz jî kiryar nediyar hat hiştin. Ev perdeya yekemîn a vê şanoya ku lîstin bû. Dibe ku ev perde hatibe girtin lê têkoşîna me neqediyaye û berdewam dike. Ji bo ku kujerên rasteqîn derkevin holê çi ji destê me were em ê bikin. Ji niha şûn ve jî pêvajoyên dadgeha bilind heye. Em ê ji bo Dadgeha Îstînafê, Dadgeha Bilind, Dadgeha Dest3ura Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amadekiriyan bikin û van pêvajoyan bişopînin.”    MA / Tolga Guney