Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin? 2022-12-28 13:50:27   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê yên ku li ber Meclisê daxwaza xwe ya hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re anîn ziman ji Wezareta Dadê ya têkildarî serlêdanên wan de bêdengiya xwe didomîne re ev pirs pirsîn: “Çima bersiv nayê dayîn?”   Çalakiya nobeta edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan, dowizên “Bila hiqûq li Îmraliyê pêk were” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hilgirtin. Parlamenter ji aliyê polîsên ku Deriyê Dîkmenê yê Meclisê dorpêçkirine ve hatin astengkirin.    ROBOSKÊ WEKE ÊŞ MA    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di çalakiyê de ne û anî ziman ku polîtîkayên şer û ewlehiyê bi salane rê li ber êşan vedikin. Îpekyuz, bi lêv kir ku Komkujiya di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da kete sala 11’emîn û wiha got: “Roboskê di bîra cîhanê de weke komkujiyeke kurdan tê nîşandan. Tevî evqas dem derbasbûye jî heta nihe pêşketinek jî çênebûye û Roboskî di bîran de weke êş maye û ev êş tu car nayê ji bîr kirin û hesaba wê dê were pirsîn.”   HERKESÊN KU ÎTÎRAZ DIKIN DI BIN TECRÎDÊ DE NE   Îpekyuz, anî ziman ku komkujiya Roboskê bi têcrîdê re têkildar e û wiha berdewam kir: “Kî îtîrazî desthilatê bike bi tecrîdê tê dorpêçkirin. Qalkirina azadî, aştî, wekhevî, edalet, mafên demokratîk li vî welatî dibin sedema tecrîdê. Kî îtîraz bike hewl tê dayîn ku wan têxin bin tecrîdê. Hemû zext ewilî li kurdan pişt re li hemû muxalefetê tên kirin.”    22 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN    Îpekyuz, pirsa “Tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi Birêz Abdûllah Ocalan dest pê kir çiye?” kir û wiha pê de çû: “Di normên hiqûqa navneteweyî ya li cîhanê de çi yên NY, DMME’yê bin dema mirov dikevin girtîgehê, mafê wan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em dizanin ku ev 22 meh in yekane hevdîtinek nîne. Ev hevdîtina em qal dikin jî beriya 22 mehan bi telefonê çêbû. Malbat û parêzer nêzî 22 meh in her hefte serlêdanan dikin û tu hevdîtin nayên kirin. Ji ber ku wê hevdîtin ji bo aştiyê çêbibe, peyama were dayîn wê ji bo aştiyê be.”   DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ    Îpekyuz, destnîşan kir ku divê beşên civakî li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Temaşekirina binpêkirinên mafên mirovan û sûcan hevkariya sûc e. Heke li Tirkiyeyê were xwestin pirsgirêk were çareserkirin divê tecrîd were rakirin.”   Îpekyuz serlêdanên malbat, parêzer, rêxistinên hiqûqî û partiya xwe bi bîr xist û pirsa “Çima bersiv nayê dayîn?” pirsî.   ‘BÊDENGÎ ŞIRIKATIYA SÛC E’   Îpekyuz, destnîşan kir ku tecrîd weke “îşkence” tê penasekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û li Tirkiyeyê aştî pêk were, ji bo di nava wekhevî û azadiyê de bijîn divê di zûtirîn demê de pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Hevdîtina herî dawî ya bi CPT’yê re di civakê de rê li ber fikaran vedike. Daxwazên me rewa û hiqûqî ne. Divê her kes li dijî vê neheqiyê derkeve. Bêdengî şirîkatiya sûc e, pêwîst e Wezareta Dadê di zûtirîn demê de bersivê bide.”