Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e 2022-12-28 13:59:50   AMED - DTSO’yê serî li Saziya Patenta Tirk û Markayê da û li ser vê yekê bajarê Amedê wek “Bajarê Şarastaniyan” hat tomarkirin.     Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) serî li Saziya Patenta Tirk û Markayê da û xwest bajarê Amedê ku ji 33 şaristaniyan re mazûvaniyê kiriye wek “Bajarê Şaristaniyan” bê tomakirin. Saziya navborî serlêdanê qebûl kir û Amedê wek “Bajarê Şarastaniyan” tomar kir.    ‘AMED PAYTEXTA NASNAMEYAN E’    Serokê Desteya Rêveberiya DTSO’yê Mehmet Kaya tomarkirina bajarê Amedê wek “Bajarê Şarastaniyan” nirxand û got: “Amed bi hezaran salan e li ser pêya ye. Amed bajar û paytexta ziman, olan, nasnameyan û çandan e. Tomakirina bajarê me wek ‘Bajarê Şaristaniyan’ destkeftiyek girîng û gavek erênî ye. Em ê wek Odeyê hin bêtir ji bo Amed bê nasîn û li pêş bikeve û destkeftiyan qezenc bike bixebitin. Ev tomakirin li bajar û gelê me pîroz be.”