Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî 2022-12-28 14:32:02 AMED - Pirtûka bi navê “Şevên Darvekirinê yên li Sînopê” ku ji aliyê malbata rojnamevan Ramazan Gecîken ê li Amedê girtî ye ve hate şandin, tevî ku “biryara wê ya komkirinê” nîne jî nehat dayîn.    Pirtûka ji aliyê malbata yek ji 16 rojnamevanên ji 16’ê Hezîranê û vir ve bêyî îdianameyekê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin Ramazan Gecîken ve hate şandin, nedan Gecîken. Pirtûka “Şevên Darvekirinê yên li Sînopê (Sinop’ta İdam Geceleri)” ku nivîskar Yilmaz Sezgîn têkildarî serdema Darbeya 12’ê Îlonê nivîsandiye û ji aliyê Weşanên Aramê ve tê weşandin, ji aliyê komisyona xwendinê ya girtîgehê ve hate desteserkirin.    ‘BIRYARA KOMKIRINÊ NEBE JÎ…’   Gecîken, li dijî biryara desteserkirinê ji bo pirtûkê bidin wî serî li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Amedê da. Dadgeha ku îtîraz nirxand, tevî biryara komkirinê nîne jî hin gotinên di rûpelên 35 û 155’emîn ên pirtûkê de derbas dibin di çarçoveya madeya 3’yemîn a xala 62’yemîn a Qanûna Derbarê Înfaza Bergiriyên Ewlehî û Ceza ya Hejmara 5275’an de nirxand.    PIRTÛK NEDAN GIRTΠ   Dadgehê îdia kir ku naveroka weşanê “dîsîplîn, pergal an jî ewlehiya saziyê xera dike an jî têxe xeteriyê, nivîs, wêne û şirovêyên mustehcen di nav de ne” û biryar da ku pirtûkê nedin girtî.