Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin 2022-12-28 15:37:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Komkujiya Roboskî li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin ku polîtîkaya bêcezahiştinê bê rakirin û bepirsiyar bên darizandin.    Îro salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskî ye ku 19 jê zarok 34 welatiyên ji gundê Roboskiyê di êrişa balafirên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabûn. Qurbaniyên komkujiyê di serî de li gund li gelek bajaran tên bibîranîn. Li gelek bajaran ji bo bîranîna qurbaniyan çalakî û daxuyanî hatin lidarxistin.    STENBOL      Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê daxuyaniya nivîskî weşand û got ji bo komkujiyên nû neqewimin divê berpirsên qetlîama Roboskî û hemû qetlîaman bên darizandin.    EDENE   ÎHD’a Edeneyê jî li parkek bajêr daxuyanî da û qurbaniyan bi bîr anî. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn û ji bo qurbaniyan rêz girtin. Rêveberê Navenda ÎHD’ê Îlhan Ongur daxuyanî xwend û got ew li cem malbatên Roboskî ne û dê komkujiyê nedin jibîrkirin.    ÊŞA WAN WEK ROJA EWIL E    Ji malbatên Roboskiyê Zeynep Dundar jî destnîşan kir ku hê jî birîna wan teze ye û xwest bila berpirsiyarên komkujiyê bên darizandin.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    HATAY      ÎHD’a Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li bûn û qurbaniyan bi bîr anîn. Rêveberê ÎHD’a Hatayê Selman Altinoz daxuyanî xwend û xwest heqîqeta bûyerê were ronîkirin û ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn û bên darizandin.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li parkek bajêr daxuyanî da û qurbaniyan bi bîr anî.    RIHA     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Baroya Rihayê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Li ser platformê parêzer Nîhat Şahîn daxuyanî da.    Ayşe Surucu jî qurbaniyan bi bîr anî û tevî ku AKP’ê vê qetlîamê pêk anî jî hesabê wê neda.    ENQERE      Hewldana ji bo Roboskî Edalet jî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û got birîna malbatên Roboskî wek roja ewil xwîn dibe.