Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe 2022-12-29 10:39:09 ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya 3’yemîn Konferansa Xwe ya Asayî parve kir. Di encamnameyê de ciwanan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Gel dê bi pêşengtiya ciwanan li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, tecrîdê têk bibe û bi pergala kapîtalîst bide windakirin.”   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3’yemîn Konferansa Asayî di navbera 24-25’ê kanûnê de li Amed û Stenbolê bi tevlibûna gelek ciwanan û bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve” li dar xist. Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya Konferansa 3’yemîn a Asayî bi raya giştî re parve kir û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.    Encamnameya 3’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê wiha ye:    “Me 3’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma ‘Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi Pêşeroja Aza ve’, bi hêza ku me ji têkoşîna xwe girtiye û bi beşdariya girseyî, bi coş û hêviyeke mezin di navbera 24-25’ê kanûnê de li Amedê û Stenbolê pêk anî. Em konferansa xwe diyarî Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil dikin ku li Parîsê di encama êrişeke faşîst de bûne cangorî.   Ciwan dê li hemberî êrişên kapîtalîzmê berxwedana civakî mezin bikin!   Kapîtalîzma ku bi sedan salan e şer dimeşîne û di nava krîzên curbicur de ye, di sedsala 21’emîn de ji bo şertên hebûna xwe, polîtîkayên tundî û takekesiyê kûr dike.   Li aliyekî bi nêzbûna ‘tu xwe çiqas bifikirî tu yê ewqas azad bibî’ takekesiya azad tune dike, li aliyê din wekî îdeolojiyên netewperestî û olperestiyê civakan dixe bin tora xwe û bi vî rengî dixwaze bigihîje armanca xwe.   Hêzên kapîtalîst ku ji şer, pevçûn û qeyranan deshilatî û serweriyê diafirîne; dixwaze bi pergala netewe dewletê civakan, baweriyan, nasnameyan bi polîtîkayên komkujî, bişaftin û mêtingeriyê bike berdewama pergala xwe.   Bi vê armancê, ji bilî şerê NATO - Rûsyayê ku li Ûkraynayê hatiye pêşxistin, her wiha bi gurkirina şer û tundiya li Rojhilata Navîn re rêyeke din a çareseriyê ji xwe re peyda nake.   GEL DÊ BI PÊŞENGIYA CIWANAN TECRÎDÊ TÊK BIBIN    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya 24 salan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin, ji ber polîtîkayên di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîd, weke berdewama komploya navneteweyî û her wiha bi armanca tesfîyekirina têkoşîna azadiya kurdan tê domandin.   Ji ber vê yekê pergala Îmraliyê, bûye navenda modernîteya kapîtalîst ku bi vê pêngavê dixwaze modernîteya demokratîk ji holê rake.   AKP - MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe, tekane rêyê di polîtîkayên şer de dibîne. Li hêlekê li şûna ku pirsgirêka kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike, siyaseta xwe ya îmha û tunekirinê didomîne, li hêla din jî bênavber êrişên dagirkeriyê dibe ser Şoreşa Rojava ku bi xeyala jiyana azad a bi destê jin û ciwanan hatiye avakirin.    Desthilat êrişan dibe ser her cihê ku kurd lê ne û sûcên şer dike. Li Herêma Kurdistanê delîlên xurt hene ku li wê derê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Êrişa li ser Rojava û sûcên şer ên tên kirin dijminahiya li hemberî kurdan radixe ber çavan.    Siyaseta înkar û tunekirinê bi xwe re tecrîdê, tecrîd bi xwe re şer û şer jî bi xwe re xizantiyê tîne. Desthilatdarî dixwaze civakê bi vê zincîrê bike kole ku xeleka wê ya pêşî li Girava Îmraliyê ye. Gelan li gel israra projeya kole - mirov a pergalê, xwe ji têkoşîna avakirina mirovê azad dûr nexistiye û ji têkoşînê dûr nesekiniye.    Gel dê bi pêşengtiya ciwanan li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, tecrîdê têk bibe û bi pergala kapîtalîst bide windakirin.   EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊN TAYBET LI BER XWE BIDIN    Têkane hêza ku modernîteya kapîtalîst ji hev hildiweşîne û modernîteya demokratîk ava dike, ciwanên birêxistinkirî ne.   Desthilata şer a AKP-MHPê ya ku bi vê dizane, her ciwanê ku dixwaze xwe birêxistin bike, dike dijminê xwe. Bi tiryakê êrişî laşê wan û bi sîxûriyê êrişî hişê wan dike. Bi derewa azadiya takekesî û psîkolojiya tirsê êrişî ciwanan dike.   Dixwaze ciwanan di nava pergalê de bihêle û wan ji bo pergala xwe bike navgîn. Dixwaze bi polîtîkayên şer ên taybet ciwanan ji bo hemû armancên xwe yên qirêj amade bike. Desthilatdarî, jinên ciwan ên ku di pozîsyona pêşengên pêşengan de ne, hem ji ber ku ciwan in û hem jî ji ber ku jin in dike hedefa hemû polîtîkayên xwe yên qirêjî.   Desthilata baviksalar a AKP-MHPê, hewl dide ku jinên ciwan bike sermayeya polîtîkayên xwe, wan di nava fikarên jiyana rojana de bifetisîne û ji kesayetiya xwe dûr bixe û bi vî awayî hewl dide ku jinên ciwan bixe nav çerxa pergala xwe.   Desthilata ku kujerên jinan bêceza dihêle, di heman demê de êrişî destkeftiyên jinan dike, desthilatê her jina ku têdikoşe ji bo xwe wekî metirsî dîtiye. Desthilata ku dijminahiya jinan wekî erk dibîne, vê dijminahiyê li ser jinên kurd ducaran dike, hewl dide ku jinên kurd bênasname û bêçand bike û wan ji cewhera xweyî dûr bixe. Îpek Er, Gulistan Doku û bi dehan jinên ciwan bûne qurbaniyê polîtîkayen şerên taybet ku li ser jinên ciwanên kurd tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet ên ku ji bo bêeslkirina gelan li ser kar in, îro li ser ciwanan tê meşandin û ev polîtîka bi taybetî jî li ser komkujiya çandî û bişaftinê ne.    Li navçe û bajarên ku berxwadana xwerêvebêriyê tê de hatiye kirin, bi lidarxistina mîhrîcanên vala re xwestin gelê wê derê bêhiş û bêbîr bimîne. Ev yek, encama heman polîtîkayê ye.   Lê desthilata ku van êrişan hemûyan pêk tîne li hemberî jin û ciwanên têkoşer heliyaye. Ciwan ji bo paşeroja xwe ava bikin bi biryar in, ji bo avakirina modernîteya demokratîk bi israr in.   EM Ê ZANÎNGEHÊN AZAD AVA BIKIN   Feraseta siyasî ya otorîter û zordar a desthilatê xwe di zanîngehan de jî diyar dike. Zanîngeh, ji hêlîna zanyariyê derketin û êdî li gor fahm û ferasata desthilatdarê zanyarî tê belavkirin.   Zanîngeh bi rektorên qeyûm bûne dezgehên desthilatê û nava zanîngehan hatiye valakirin, hêviya ciwanan ji bo dîplomeyekê tê xerckirin.    Xwendekar bi pirsgirêkên wargeh, aborî û xwenenasiyê re rûbirû ne. Lê ji bo desthilatê perwerdehî bûye ciyê bazirganiyê, xwendekar jî bûne sermiyan. Em dê akademiyên azad ava bikin û ji bo ku kampûsan ji destê zordestiya desthilatê rizgar bikin em dê qadên têkoşînê mezin bikin, em ê zanîngehên bêpere, bi zimanê dayikê, zanyariyê û azad ava bikin.     CIWAN DÊ BIGUHERÎNIN Û JIYANA NÛ AVA DIKIN   Wek Meclisa Ciwanan a HDPê em ji bo jiyana azad û demokratîk bi biryarî têdikoşin, bi baweriya serfiraziyê dimeşin. Em li hemberî deshilatdariya şer a AKP-MHPê rêxistinbûna xwe mezin, têkoşîna xwe bilind bikin. Em vê yekê baş dizanin ku; ev çerxa faşîzan tenê bi têkoşîna ciwanan dê ji holê rabe. Em ê biguherînin û jiyana nû ava bikin.”