Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin 2022-12-29 10:53:00 COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Onûr Duşunmez bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê pêkanîn îşkence ye û wiha got: “Divê îşkenceya tecrîdê demildest bê bidawîkirin.” Ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzer dikin jî an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin.  Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê daxuyand ku di 3’yê cotmehê de di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana saziyên Tirkiyeyê kiriye û di nava wan de Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê jî heye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 29’ê mijdarê de ev daxuyanî da: “Me bihîst ku Birêz Ocalan di dema serdana CPT’yê ya îlona 2022’yan de li Girava Îmraliyê derneketiye hevdîtinê.”   Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemêrg û li gelek bajarên din serî li baroyan dan û ji bo hevdîtinên bên kirin ketin nava hewldanan. Piştî serlêdanên hatin kirin Baroyên Amed, Şirnex û Rihayê li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Di serlêdana baroyan de hate xwestin ku mafê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de yê hevdîtina bi parêzeran re bê pêkanîn.    DIVÊ HEVDÎTINÊN BI RÊK Û PÊK BÊN DESTPÊKIRIN    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Colemergê Onûr Duşunmez derbarê serlêdana xwe ya têkildarî tecrîdê de axivî.    Duşunmez, bi bîr xist ku ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re tê astengkirin, di 10’ê hezîranê de bi 775 parêzeran re serî li Wezareta Dadê dabûn û wiha got: “Me têkildarî astengkirina hevdîtin û axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re serlêdanek kiribû. Armanca serlêdana me ya sereke hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Birêz Ocalan re bên kirin in.”   BÊDENGIYA CPT’YÊ    Duşunmez, bi lêv kir ku piştî ji hemû serlêdanên hatin kirin re bersiv nehat dayîn, bi Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û komîsyonên pêşî lêgirtina îşkenceyê û hin rêxistinên sivîl ên civakî yên li Ewropayê re têkildarî “rewşa jiyanî û binpêkirinên mafan” a Ocalan serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê dabûn û wiha berdewam kir: “CPT’yê li ser vê yekê agahî dabû ku wê raporekê amade bikin. Li ser raporê hevdîtin kiribû lê naveroka raporê nehat aşkerekirin. CPT’yê herî dawî di salên 2013-2015’an de serdana Îmraliyê kir û li ser asayîkirina hin rewşan û naskirina mafên Ocalan û mehkûmên din ên ji bo hevdîtina bi malbatên xwe re, ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re raporek ragihand. Lê belê piştî hevdîtina dawî ji aliyê CPT’yê ve tu rapor nehatin weşandin. Ji bo vê jî piştî serdana dawî nedayîna agahiyan fikarên me zêdetir kirin.”   ‘DIVÊ HEMÛ BARO SERLÊDANÊ BIKIN’   Duşunmez, ê bi lêv kir ku hevdîtina bi parêzer re mafê girtiyekî yê herî xwezayî ye û anî ziman ku ji bo vê hevdîtinê serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê kiriye û wiha pê de çû: “Divê daxwaz û pêşniyarên me li ber çavan bên girtin, divê parêzer têkildarî astengkirina hevdîtina bi muwekîlên xwe û sedemê wê serî li Wezareta Dadê bidin. Di vê mijarê de mixabin me hêj ji Baroya Colemêrgê tu encam bi dest nexistin. Tu bersiv ji serlêdana me ya di 30’ê mijdarê de me kirî nehatiye dayîn. Lê em li bendê ne ku dê rojên pêş de bersivekê bidin.”   ‘GELÊ KURD OCALAN WEKE SEROKÊ XWE DIBÎNE’   Duşunmez, anî ziman ku rayagiştî jî têkildarî tecrîda li Ocalan tê sepandin de dibêje “Tecrîd îşkence ye û îşkence bi tu qanûnan nikare bê rewakirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe de: “Divê demildest ev îşkenceya tecrîdê bê bi dawî kirin. Em têkildarî vê di her platformê de di nav hewldanan de ne. Em dixwazin ev îşkence demildest bê bidawîkirin.”   Duşunmez, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê polîtîkayên tecrîd û zextan bêdengkirina Abdûllah Ocalan e. Duşunmez, anî ziman ku divê demildest polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê serlêdanên me li baroyan kirin demildest bên bersivandin û divê têkildarî vê yekê li hemû plaforman serlêder hebin. Daxwaza me ew e ku bersiva serlêdanan bê dayîn û îşkenceya tecrîdê demildest were bidawîkirin.”