Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin 2022-12-29 11:05:45 ENQERE - Girtiyê nexweş Emîn Gurban bi ambulansa leşkerî 9 saetan bi kelemçekirî wî sewqî Girtîgeha Eregliyê kirin û niha jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Girtiyê nexweş Emîn Gurban bi salan e gelek nexweşî lê peyda bûne û ew nikare bi  tena serê xwe bijî. Gurban ji Girtîgeha Kocaeliyê ya Tîpa F’yê bi ambulansê sewqî Girtîgeha Eregeliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind hat kirin. Niha ew li hucreya yek kesî tê ragirtin. Nêzî 10 salan e nexweş e. Di 1’ê kanûnê de nexweşiyên wî lê giran dibin û radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Seka Kocaeliyê. Lê bêyî ku baş bibe dîsa dibin girtîgehê.    Gurban di 6’ê kanûnê de bi gelek şikayetan dîsa radikin nexweşxaneyê û sewqî beşa norolojiyê dikin. Diktor dibêjin ku divê ew anjiyo bibe û 6 rojan di mişahedeyê de tê ragirtin û biryar tê dayîn ku tedawiya wî li Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê bê berdewam kirin. Di 12’ê kanûnê de carek din birin girtîgehê. Lê êş û jana wî berdewam kir. Divê ku wî bibirina Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê lê di 16’ê kanûnê de serê sibehê saet li 06.00’an bi ambulansa leşkerî bi awayek kelemçekirî 9 saetan sirgûnî Girtîgeha Eregliyê dikin.    Malbata Gurban piştî rojekî bi vê yekê hesiya. Malbat çû nexweşxaneyê û xwestin derbarê rewşa wî de agahî bigirin lêl eşkeran tundiya derûnî li malbatê kir. Malbatê serlêdan kir ku bibin refakatvan lê daxwaz hat redkirin. Gurban ê ku rewşa wî giran e ûbi xetereya enfeksiyonê re rûbirû maye bi rojan pêdiviyên wî bingehîn nehatin dabînkirin.    Malbatê li ser Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê serdana wî kir û malbatê got her tim serê wî diêşe, gêj dibe û her tim bi rîska ketinê re rûbirû ye. Malbatê got ew bi rêya girtiyên din hîn bûne ku wî sewqî Eregliyê kirine.    TERKÎ MIRINÊ TÊ KIRIN    Malbata Gurban têkildarî rewşa wî û muameleya nebaş ku pê re rûbirû maye name ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand û daxwaznameya malbatê ji Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê re hat şandin. Malbatê têkildarî sirgûnkirina wî jî gilî kir û malbatê destnîşan kir ku Gurban terkî mirinê hatiye kirin.    DI HUCREYA YEK KESÎ DE YE    Gurban hefteyeke di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ew tenê nan û mast dixwe û tê payîn vê hefteyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê bê kirin. Li gorî rapora ku nexweşxane bide dê rewşa Gurban a derbasî hucreya sê kesî bibe û dê ev ji aliyê îdareya girtîgehê ve bê nirxandin.  BIRYARA DMME’YÊ NAYÊ SEPANDIN   Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen têkildarî rewşa Emîn Gurban da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî “Mafê Hêviyê” biryara binpêkirinê daye Tirkiyeyê û got: “Tirkiye ango rayedar vê biryara derbarê Emîn Gurban de nasepînin. Ev biryar tenê ne ji bo Emîn Gurban e, di heman demê de vê biryarê ji bo Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Cîvan Boltan dabû. Heke biryarên DMME’yê bên sepandinwê gelek girtiyên nexweş bên berdan.”    NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ   Çevîrmen anî ziman ku mafê refaketvaniyê yê bo Emîn Gurban tê astengkirin û ev maf nayê dayîn. Çevîrmen destnîşan kir ku Emîn Gurban nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike û nikare bi tena serê xwe bijî û xwest Gurban tavilê bê berdan.