Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin! 2022-12-29 11:16:44   ENQERE - Îtîrazên li hemberî girtina 9 rojnamegeran di heman rojê de hatin redkirin. Parêzer Resûl Tamûr got ku her du îtîraz jî bi heman naverok û sedeman hatin redkirin û ev rewş tiştekî rasthatî nîne.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê, di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatin girtin. Rojnameger ev du meh in li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û îdîanameya wan hêjta nehatiya amadekirin.    Parêzerên rojnamegeran di 3’yê mijdarê de li dijî girtinê îtîraz kirin lê ev îtîraz heta 9’ê mijdarê jî nehatin nirxandin. Di 18’ê mijdarê de bêyî ku îtîraz bên nirxandin û bêyî parêzeran karûbarê nirxandina girtî hate kirin. Hat destnîşankirin daxwaznameya îtîrazê ji ber destûra dozger nehatiye nirxandin û derket holê ku dosya jî ji Dadgeriya Cezayên Silhê re nehatiye şandin. Ev rewş bi awayekî devkî ji parêzeran re hate ragihandin. Parêzeran li dijî rewşa girtî, di 26’ê mijdarê de dîsa îtîraz kirin.    ÎTÎRAZÊN KU HATIBÛN RAWESTANDIN DI HEMAN ROJÊ DE HATIN REDKIRIN    Biryara daxwaznameyên ku di 9’ê kanûnê de hatibûn nirxandin, di 23’yê kanûnê de hate dayîn. Hem îtîraza li dijî biryara girtinê û hem jî ya li dijî rewşa girtî hatin sekinandin. Di heman rojê de ji 72’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin. Dadgehê di 13’ê kanûnê de bi du biryarên cuda re got ku di biryara 8’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê de şaştiyek nîne û hem îtîraza li dijî biryara girtinê û hem jî ya li dijî rewşa girtî bi heman naverok û sedemê red kir.    PARÊZER TAMÛR: TIŞTEKÎ RASHATÎ NÎNE   Parêzer Resûl Temûr da zanîn ku dadgehê îtîrazên wan bi heman naverok û sedeman red kiriye û wiha got: “Ev tiştekî rasthatî nîne. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 15’ê kanûnê de ji bo domkirina rewşa girtî ya rojnamegeran mutalaa da. Di demekî ku parêzerên rojnamegeran ne li wir de 8’emîn Dadgeha Cezayên Silhê di 16’ê kanûnê de heman sedeman biryar da ku rewşa girtî bidome. Rojnameger di 16’ê kanûnê de bi rêya SEGBÎS’ê tev li lêkolîna girtinê bûn. Diyar kirin ku dixwazin tevî parêzerên xwe tev li lêkolîna girtinê ya pêş bibin. Ji ewilî Berîvan Altan parastin kir û got; ‘Min hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê parastina xwe bi berfirehî kir. Ez tawanbariyên heyî qebûl nakim, rojnameger im û nûçeyan dişopînim. Li navnîşana xwe hatim binçavkirin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Dixwazim ku îdianame were amadekirin û bêm berdan.’”    ‘EZ Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIM’    Ceylan Şahînlî jî got; “Ez rojnameger im û dê karê xwe bidomînim.” Dîren Yurtsever jî bertek nîşanî nepeniya li ser dosyayê da û wiha got: “Parvekirinên me û hevpeyvînên me weke delîl hatine nîşandan. Derheqê me de delîleke şênber nîne. Ev 8 sal in ez rojnamegeriyê dikim û min gelek nûçe çêkirin. Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Dixwazim werim berdan.”    ‘EM NÛÇEYÊN KU ME ÇÊKIRINÊ ÎNKAR NAKIN’    Rojnameger Oznûr Deger jî diyar kir ku wan heta niha gelek nûçe çêkirine, heta roja girtinê jî nûçe çêkirine, xelat wergirtine û di dosyaya wan de delîleleke şênber tune ye. Rojnameger Habîbe Eren jî destnîşan kir ku nizanin bê ka ji ber çi tên darizandin û nûçeyên ku çêkirine jî înkar nakin.    JI BO ROJNAMEGER ACAR BIRYARA NEŞOPANDINÊ    Denîz Nazlim got ku tu xebatên sûc ên ku gefê li civakê bixwin nekirine. Emrûllah Acar jî bi bîr xist ku par bi heman tawanbariyan hatibû darizandin lê biryara neşopandinê hatibû dayîn. Hakan Yalçin xwest ku bi şertê kontrola edlî were berdan û Selman Guzelyuz jî got ku bi awayekî neheq tên ragirtin.    Balkêş e ku dadgeriyê biryara xwe bi hinceta “gumana tunekirina delîlan” da ye.    MA / Firat Can Arslan