Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin 2022-12-29 11:38:51   ÊLIH - Ji xwendekara fêrgehê ya bi navê K.A. ya 14 salî ku ji hêla kekê xwe yê cerdevan ve hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin. Malbatê da zanîn ku ji bo dîtina wê li her deverê geriyane lê encamek derneketiye.    Zaroka 14 salî ya bi navê K.A. ku xwendekara fêrgehê ye, ji hêla kekê xwe yê cerdevan ê bi navê G.Y. yê 20 salî ve li Taxa Çamlica ya Êlihê hate revandin û ev 20 roj in tu agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyan, K.A., di êvara 10’ê kanûnê de piştî etûtê ji fêrgehê derket û di dema derketinê de birayê wê G.Y. rê li ber girt û xwest bi darê zorê pê re biaxive. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji K.A. nayên girtin. Dîmenên wan ji hêla kamerayên li Parka Jiyanê ve hatin kişandin lê tevî vê yekê jî K.A. nayê dîtin. Malbata K.A.’yê ji bo dîtina keça xwe serî li her deverê da lê encamek jê derneket.   JI WEZÎRA MALBATÊ BERSIVEKE BALKÊŞ   Li ser pêşnûmepirsa Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, mijara revandinê kete rojeva Meclisê. Li ser vê yekê Wezîra Malbatê Derya Yanik li ser Twîtterê ev bersiv da Başaran: “Di serî de divê bibêjim ku ez pir şaş mam ku haya we ji peywir û rayeya wezareta me nîne. Wezareta me xwedî raye û peywirên midûriyeta emniyetê nîne. Ji bo ku hûn fêm bikin ez ê hineke din vekirî bibêjim, em li şexsên winda nagerin... Hêvîdarim ku hûn heman xeletiyê dîsa nekin.”    ‘BERSIVEKE SOSRET’   Li ser vê yekê Başaran jî bersiv da Yanik û got ku ji ber bersiva Yanik heyirî ma ye û wiha got: “Berpirsyara nedîtina K.A. ya Yanik e. Parastina zarokan berpirsyariya wezareta wan e. Xuyaye ku haya wê ji vê peywira wê nîne. Bûyer ne windabûn lê revandin e. Malbat dibêje ku tevî hemû hewldanan jî encamek bi dest nexistiye. Lê wezîra ji parastina zarokan berpirsyar bersivên sosret dide me. Heke tevî dîmen, nav û paşnavan jî ev zarok nehatibe dîtin, di serî de ji vê wezîra malbatê berpirsyar e. Tiştek bi serê wê zarokê were, ji ewil hûn berpirsyar in. Dayika wê bi roja ye digirî û divê tavilê gav bên avêtin.”