Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê 2022-12-29 12:51:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Kujerê komkujiya 23'ê kanûnê ya li Parîsê pêk hat, William M. xistin hucreyê.   Li gorî nûçeya Franceinfo, ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî dosyayê werdigire, tetikkêşê êrişa li Parîsê, William M. xistin hucreyê.   Derbarê kujer William M. ji ber sûcên "Kuştina ji ber nijad, etnîk, netewe yan jî olî", "Hewldana kuştinê ya ji ber nijad, etnîk, netewe yan jî olî", "Bidestxistina çekên ji asta B bi rengekî bêdestûr" û "Hilgirtina çeka di asta B a qedexekirî de" doz hate vekirin.   Kujerê komkujiyê yê 69 salî di 23'ê kanûnê de êriş biribû ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du dikanên kurdan ên li heman kolanê. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.   Kurd, gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dixwazin ku êriş weke "êrişeke terorîst" bê pênasekirin û lêpirsîn jî ji aliyê dozgeriya neteweyî ya antî terorê ve bê meşandin.