Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin 2022-12-29 14:41:21     SÊRT - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî negirtina faîlên ku 2 sal an li navçeya Berwariyê bi awayekî sîstematîk tecawizî zaroka 14 salî kirine dan û anî ziman ku dê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin.    Li navçeya Berwarî ya Sêrtê zilamên bi navê Huseyîn Tapar û Hamît Şamer qasî 2 salan bi awayekî sîstematîk zaroka 14 salî tecawiz kirine. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê têkildarî vê bûyerê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Serokwekîla Koma HDP’ê û parlamentera bajêr Meral Daniş Beştaş, parlamenter Siddik Taş, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, Hevserokên Bajêr Hatîce Tay û Mehmet Kaysî beşdar bûn.    BI BERTEKA RAYAGIŞTÎ DEST JI ‘NEŞOPANDINÊ’ BERDAN   Beştaş, qala tiştên ku zaroka 14 salî jiyane kir û wiha got: “Piştî ku bûyer derketiye holê dayik û bavên zarok çûne qereqolê giliyê wan kesan kirine. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de îfadeya zarok hatiye wergirtin. Tevî ku îfadeyên zarok ji aliyê psikolog ve weke lihevhatî hatin tespîtkirin jî Serdozgeriya Komarê ya Berwariyê bi îdiaya ku ‘Zarok qasî salekê bûyer ji malbat û xizmên xwe re negotiye, weke ku zarok îdia dike kesê nedîtiye û agahiya kesê nîne’ biryara neşopandinê dabû. Lê bi berteka rayagiştî re dest ji biryara neşopandinê hatibû berdan.”   Beştaş, diyar kir ku di 20 salên dawî de 23 hezar û 735 zarokên di bin 15 salî de welidîne û qala sûcên li dijî zarokan kir.    FAÎL HATIN BERDAN   Beştaş, diyar kir ku li navçeya Berwariyê zaroka 14 salî 2 salan bi awayekî sîstematîk tê tecawizkirin û wiha berdewam kir: “Huseyîn Tapar ê tecawizî keçikê kirî 72 salî ye. Zivistanê li Mêrsînê havînê li gund li Sêrtê dimîne. Ji ber pîr e ev keçika biçûk xwarinê jê re dibe. Hamît Şamer (35) jî tacîzkar e. Di wan salan de keçikê tacîz dike. Ev her du kes gefan li zarokê dixwin. Lê êdî zarok nikare xwe bigire û ji malbata xwe re dibêje. Malbat serî li dozgeriyê dide. Malbateke ku piştevaniya zaroka xwe dike ye. Serî li rêyên hiqûqî didin. Lê daraz çi dike? Biryara neşopandinê dide. Me bûyer bir Meclisê. Me di 19’ê kanûnê de pêşniyazpirsek da Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê. Di 23’yê kanûnê de biryara neşopandinê hate rakirin. Heke rayagiştî bertek nîşan nedabûya, wê ser bûyerê bihata nixumandin. Em li dijî van gefan li cem malbatê ne.”   Beşta, anî ziman ku daraza mêr-dewletê di sûcên li ser zarok û jinan de biryarên ji zilaman re baş in dide û bi lêv kir ku wê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin.